Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin 2021-11-18 09:21:28 STENBOL – Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Ozturk, ji bo "Meşa Spî" ku dê Yekîtiya Bijîşkan ber bi Enqereyê ve li dar bixe bang kir: "Ked a me ye, gotin a me ye. Werin em gotina xwe bibêjin."  Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji bo daxwazên xwe xwetsibû randevuyê ji Wezareta Tenduirstiyê wergire, lê wezaretê randevû nedabû. TTB'ê ji bo daxwazên xwe ragihîne dê ber bi Enqereyê ve "Meşa Spî" li dar bixe. Meş di 23'yê Mijdarê de li hemû bajaran dest pê bike û di 27'ê Mijdarê de bi dawî bibe.     Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Ozturk, armanc meşê û bernameya ku dê li dar bixin kir.   ŞERT Û MERCÊN XEBATÊ GIRAN BÛN   Ozturk, diyar kir ku polîtîkaya tenduristiyê ya ku îqtidarê di sala 2013'an de di bin navê reforma tenduristiyê de xistiye meriyetê zirareke mezin dide xebatkaran. Ozturk, anî ziman ku barê kar giran bûye û şert û mercên xebatê pir giran bûne. Ozturk, destnîşan kir ku ev şert û merc di dema pandemiyê de hîn bêtir giran bûne û got: "Di van şert û mercên giran de heqê keda me jî bi dest me nakeve."    BÊHÊVÎ NE   Ozturk, destnîşan kir ku wekî tevahiya civakê xebatkarên tenduristiyê jî nikarin debara xwe bikin û got: "Li nexweşxaneyan pergala performansê heye. Ew jî li gor berê pir kêm bûye. Gava hemû pirsgirêk dibin yek, ev tişt xebatkarên tenduristiyê pir hêvîşikestî dike. Bi taybetî jî bijîşkên ciwan ên nû mezûn bûne berê xwe didin derveyî welêt. Li vir bi navê pêşerojê tiştekî nabînin. Em vê yekê tespît dikin. Û em dibêjin, divê em bi hev re bitêkoşin û vê rewşê baş bikin."    DI 27'Ê MIJDARÊ DE FORÛM   Ozturk, anî ziman ku destpêka kampanyaya meşê di 11'ê Cotmehê de kirine û di vê çaçroveyê de her çarşem li ber hin nexweşxaneyan daxuyaniyan didin. Ozturk, destnîşan kir ku dê ev daxuyanî heya roja meşê 23'yê Mijdarê bidomin û ji bo bernayê ev tişt gotin: "Em ê di 23'yê Mijdarê de bi awayekî temsîlî ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve bimeşin. Paşê em ê li Bûrsa, Kocaelî û Eskîşehîrê serdana nexweşxaneyan bikin û daxuyaniyan bidin. Di 27'ê Mijdarê de jî em ê li Enqereyê forûmekê li dar bixin. Em ê di vê forûmê de pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, em ê biryar bidin ku dê bernameya me ji niha û pê ve divêçawa be. Em tenê ne mafên xebatkarên tenduristiyê, mafên gel jî diparêzin."   ‘KED A ME YE, GOTIN A ME YE'   Ozturk, ji bo forûma ku dê di 27'ê Mijdarê de li dar bixin bang li hemû xebatkarên tenduristiyê kir û got: "Em bang li hemûyan dikin ku em pirsgirêkên xwe bi hev re bînin ziman û bitêkoşin. Ked a me ye, gotin a me ye. Werin em gotina xwe bibêjin."    MA / Kadîr Guney