DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre 2021-11-19 13:46:53   ENQERE - Seroka DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu diyar kir ku divê mûçeya asgarî ya herî kêm di asta ku debara malbatê bibe bê diyarkirin û pêşniyaz kir ku mûçeya asgarî divê bibe 5 hezar û 200 lîreyê tirk.    Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) di civîna çapemeniyê ya ku li dar xist de nêrîn, pêşniyaz û daxwazên xwe yên derbarê mûçeya asgarî de eşkere kir. Daxuyanî li avahiya Navenda Giştî ya Genel Îşê hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin. Seroka DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu daxuyanî da û peyama divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar û 200 lîreyê tirk da.    DEBARA JIYANÊ BÛYE PIRSGIRÊKEK BINGEHÎN    Çerkezoglu di civînê de axivî û diyar kir ku rojeva sereke ya kedkar û karkerên li Tirkiyeyê de krîza aborî heye û divê mûçeya asgarî herî kêm weke muçeyek sembolîk nemîne. Çerkezoglu da zanîn ku divê hemû rêxistinên kedkar di pêvajoya diyarkirina mûçeya asgarî de helwesteke hevpar nîşan bidin û wiha got: “Mûçeya asgarî meseleya milyonan e. Sedema kûrbûna krîza aborî ya ji sala 2018’an vir ve ji ber tercîh û polîtîkayên îqtidarê ye. Yek ji pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê mesref û jiyan e. Îro li Tirkiyeyê debara jiyanê ya xelkê pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye. Di civakê de di derbarê mûçeya asgarî ya sala 2022'an de hêviyek girîng çêbû. Zêdekirina mûçeya asgarî bo mûçeya mirovî bûye daxwazek kolektîf.”   DOVÎZ BIHA DIBE, LÎREYÊ TIRK NIRX WINDA DIKE    Çerkezoglu destnîşan kir ku kura dovîzê zêde dibe û lîreyê tirk li hember dovîzê bi lez û bez qîmeta xwe winda dike û di vî derbarî de polîtîkaya aboriyê ya îqtidarê rexne kir. Çerkezoglu diyar kir ku divê mûçeya asgarî ya herî kêm di asta ku debara malbatê bibe bê diyarkirin û pêşniyaz kir ku mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar û 200 lîreyê tirk.