Ji sedî 27'ê nifûsê li dijî xizaniyê li ber xwe dide 2021-11-26 09:00:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên 2020'an ên Ofîsa Îstatîstîkê ya Eurostat a YE'yê, ji sedî 27,4'ê gelheya Tirkiyeyê li hember xizaniyeke maddî li ber xwe dide.    Her diçe bêedaletiya parvekirina dahatê ya di navbera zengîn û xizanan de zêdetir dibe. Li gor bultena ku edîtora Dogrûlûk Payê Berna Buyukbayrak di 24'ê Mijdarê de rojane kiriye, daneyên parvekirina dahatê yên Tirkiyeyê ji sala 2020'an, ji roja ku pandemiyê dest pê kiriye heya niha, bi awayekî neyînî zêde dibin û di parvekirina dahatê de pêldariyên gelekî mezin rû didin.    DAHATA ZENGÎNAN ZÊDE BÛ   Li gor lêkolînê di sala 2020'an de li Tirkiyeyê paya zengînan a di dahata giştî de zêde bûye û rêjeya "xizaniya maddî ya cidî" jî zêde bûye. TUÎK, ji sala 2006'an ve her sal "Lêkolîna Şert û Mercên Dahat û Jiyanê" diweşîne. Li gor lêkolîna 2020'an rêjeya dahata ji sedî 20'ê zengînan li gor dahata ên herî xizan ji sedî 7.4'an bûye ji sedî 8.    Li gor daneyên 2020'an ên Ofîsa Îstatîstîkê ya Eurostat a Yekîtiya Ewropayê (YE), ji sedî 27,4'ê nifûsa Tirkiyeyê ji van pêdiviyên li jêrê herî kêm nikare 4 heban peyda bike; cilşo, televîzyon, telefon, otomobîl, xercaneyên ne di hesêb de, betlane, kirê, dayîna deynan, du rojan carekê goştê mirîşkan, masî û germkirina malê.    Ev rêje di sala 2016'an de ji sedî 32.9 bû, di sala 2017'an de ji sedî 28,7 bû. Di sala 2018'an de jî rêjeya wê 26,5 û di sala 2019'an de jî 26,3 bû. Li gor daneyên sala 2020'î jî ji sedî 27'ê nifûsê ji ber xizaniyeke maddî ya cidî li ber xwe dide.    TIRKIYE DI SERÊ LÎSTEYÊ DE YE   Di sala 2020'î de ji welatên Ewropayê yên herî zêde bi xizaniyeke mezin re rû bi rû mane ev in; Tirkiye, Bûlxarîstan, Yewnanîstan, Romanya û Sirbîstan hene û yên rêjeya wan a xizaniyê herî kêm jî Luksembûrg, Hollanda û Swêd in.