DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in 2021-12-03 09:01:27   AMED - Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Hasan Eroglû, diyar kir ku sedema krîzên li welêt polîtîkayên "ewlehîparêz" in û got: "Çîna karkeran bi kedê tê terbiyekirin." Eroglû, bang li hemû kedkaran kir ku dengê xwe bilind bikin.    Krîza aborî her ku diçe hîn bêtir kûr dibe. Di demên dawî de bi zêdebûna kûra dowîzan re êdî welatî nikarin tiştekî jî bikirin. Ji ber vê welatî dadikevin kuçeyan û dibêjin, "Em nikarin debara xwe bikin, hikûmet îstifa." Kedkarên cemaweriyê jî hewl didin ku ji bo heman daxwazan dakevin qadan.    Nûnerê Konfederasyona Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Amedê Hasan Eroglû, sedemên krîz aaborî, bertekên li dijî krîzê û meaşê kêm nirxand.    POLÎTÎKAYÊN 'EWLEHÎPARÊZ'   Eroglû, anî ziman ku sedema herî mezin a krîzên aborî û sivakî polîtîkayên "ewlehîparêz" ên îqtidarê ne. Eroglû, destnîşan kir ku ev polîtîka jî ji bo neçareserkirina pirsgirêka kurd hatine çêkirin û îqtidar her sal budçeya şer û çekan zêdetir dike. Eroglû got: "Êdî ev polîtîka xitimîne. Enflasyon û bihabûnê diçin hey diçin. Îjar gava gel dît ku pereyê dikeve berîka wan û loqê ser sifreya wan kêm dibe, dest pê kirin dengê xwe bilind dikin. Ez wisa difikirim ku ji niha û pê ve jî dê ev polîtîka wisa neyên birêvebirin."    DI BUDÇEYÊ DE JI BO HILBERÎNERAN TIŞTEK TUNE YE   Eroglû, bilêv kir ku di demeke krîzan de sala nû pêşwazî dikin û ji bo hevdîtinên budçeyê yên li Meclîsê hatin kirin jî got: "Wekî her carê li meclîsê hevdîtinên ji bo budçeya sermayeyê û patronan hatin kirin. Cardin ji bo hilberîneran tiştek ji hevdîtinên budçeyê derneket."    DERDÊ DEBARÊ   Eroglû, diyar kir ku di dema hevdîtinên budçeyê de ew rêxistinêns endîkayê gotine "êdî bes e" û daketina qadan û peyam dane îqtidarê û peyama wan gihaştiye cihê xwe. Eroglû, destnîşan kir ku bangawaziya "hikûmet îstifa" a welatiyan ji hêla her derdorî ve tê bilêvkirin û got: "Bangawaziya 'hikûmet îstifa' nîşan dide ku bê debarkirin çi qas zehmet bûye. Her wiha ger gel daketibe kuçeyan û gotibe 'em birçî ne', ev yek xeteriya rewşê dide der. Em vê yekê li kuçeyan di dema serdana karkerên xwe de dibînin. Kesên ji me re dibêjin 'serok bi rastî jî em nikarin debara xwe bikin, kesên ku meaşê wan hebikekî di ser yê kêm re ye. Zehmet e ev kes bi vî meaşê kirêya xwe bidin û pê debara malbata xwe bikin."    BÊDENGIYA HIKÛMETÊ   Eroglû, destnîşan kir ku bêdengiya hikûmetê û kardêran jî nîlan dide ku dê daxwazên karkeran pêk neyên û got: "Tê payin ku hikûmet meaşê kêm li gor rêjeya enflasyonê ya TUÎK'ê zêde bike. Ger wisa be dê meaşê kêm li dor 3 hezar û 450 TL'yî be. Helbet ev hejmar pir di biniya enflasyona bera de ye. Ne hikûmet ne jî kardêr tu hejmarê nabêjin."    5 HEZAR Û 200 JÎ NE BES E   Eroglû bal kişand ser rapora ku DÎSK'ê amade kiriye û got: "Sendîkayê hefteya borî daxwaz kir ku meaşê kêm bibe 5 hezar û 200 TL û bac ne di navê de be. Ger bac daxilî nav neyê kirin dê karker bi qasî hezar TL'yî zêde wergirin. Lê di şert û mercên niha de ev hejmar jî ne bes e."    ‘KARKER BI NAN TÊN TERBIYEKIRIN'   Eroglû, pêşniyarên îqtidarê yên di bin navê "tevdîrên divê bên girtin" ên li dijî rêjeyên enflasyonê û bihabûnê û got: "Ew di nav sefayê de ne. Ji wan tirê gel jî wek wan dijî. Helbet ji ber ku li hesabê wan tê wiha dibêjin. Niha çîna karkeran bi kedê tê terbiyekirin. Ev yek tahdeyeke mezin li karkeran dike. Lê divê karker daxwazên xwe bi dengekî bilind bînin ziman. Îro ro hem karmend, hem karker hem jî kesên teqawidbûyî divê dengê xwe bilind bikin."    MA / Ergîn Çaglar