Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin 2021-12-03 09:03:56   ÎZMÎR - Îzmîriyan diyar kirin ku berên dikirin di nava rojê de fiyetê wan diguhere û gotin: "Bi çûna vê îqtidarê dê meseleya aboriyê çareser bibe."    Lîreyê tirk li gor pereyên din her roj bêqîmet dibe. Ji ber bêqîmetbûna lîreyê tirk fiyetên her tiştî jî biha dibin. Ji ber vê bihabûnê êdî kes nikare tiştek bikire û gelek kes ji marker û bazaran destvala vedigerin malê.    Şêniyên Îzmîrê destnîşan kirin ku çareserî guherandina îqtidarê ye.    BIHABÛN   Ayfer Ergun destnîşan kir ku hemû tişt buha bûne û ji ber vê gelek tiştên metbaxê kêm kirine. Ergun got: "Li marketê li fiyetan mêze dikim, heyr dimînim. Fiyet her roj diguherin. 5 kîlo arvan bûye 50 TL. Berê min heman arvan bi 18 TL'yan dikirî. Ji bo tiştên erzan bikirim diçim 10 marketan. Em niakrin tiştên xwe yên sereke bikirin. Demekê me bi nan zikê xwe têr dikir, lê êdî em nikaribin vê jî bikin. Em nikarin nan bikirin. Dolar tim biha dibe û ev yek her diçe gel xizantir dike. Em perîşan bûne, nikarin debara xwe bikin."    Atiye Şenhan jî anî ziman ku ji ber zeman êdî di nav zexîreyan de tercîhan dikin. Şenhan got: "Rûn, miqarne, arvan, birinc... Em tenê dikarin tiştên sereke bikirin. Car heye em nikarin vana jî bikirin û destvala ji marketê derdikevin. Ger wisa bidome, dê rojê zehmetir li benda me bin. Zemên vê dawiyê ne tiştekî normal e. Bawer nakim ku ev îqtidara siyasî vê krîza aborî çareser bike."    DERDÊ DEBARÊ   Ergîn Kalbûrcûpglû jî destnîşan kir ku nikarin debara xwe bikin û got: "Lîtreyek rûn bûye 30 TL. Boxaçayek bûye 3 TL. Êdî em nizanin em ê çi bikin."    'BILA ÎQTIDAR BIGUHERE'   Mehmet Akbalik ku got "Fiyetên serê sibehê û êvarî li hev dernayên" û destnîşan kir ku her diçe pêdiviyên xwe yên sereke kêmtir dikin. Akbalik got: "Sebeba vê krîza aborî ev îqtidara siyasî ye. 20 sal in mirovan dixapîne. Her sal dibêjin em ê aboriyê baş bikin, lê hîn xirabtir dibe. Serokkomar dibêje krîza aborî tune ye û kesên krîzê bilêv dikin jî bi derewkariyê tawanbar dike. Bi ya min ê ku derewan dike îqtidar û alîgirên wê ne. Ji bo çareserkirina meseleya abor, divê ev îqtidar biçe."    Bekir Kok ku çayxaneya wî heye, anî ziman ku êdî nikare ji bo çayxaneya xwe malzemeyan bikire û got: "Ez diçim marketê dibêjim ka 4 pakêt şekir, lê tenê pakêtekê didin. Çayxaneya min heye. Ger ez nikaribim van tiştan bikirim, ez ê nikaribim çerxa vira bigerînim. Jixwe pereyê eksî tune ye. Esnaf nikare heqê çayê jî bide. Gava ew pera nadin, ez jî nikarim nan bibim malê. Mirov êdî nikarin debara xwe bikin. Demildest divê ev îqtidar biguhere."    MA / Ozlem Yayam - Hakan Yalçin