Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû 2021-12-03 12:05:11   ENQERE - TUÎK’ê aşkere kir ku di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bûye.    Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) têkildarî meha Mijdarê endeksa xwe ya bihayê mezêxeran aşkere kir. Li gorî vê yekê enflasyona di meha Mijdarê de li gorî heman meha beriya salekê ji sedî 21,31 zêde bû. Di heman serdemê de endeksa bihayê hilberînerê navxweyî yê salê jî ji sedî 54,62 zêde bû. Di meha Mijdarê de enflasyon li gorî mehane ji sedî 3,51 zêde bû û li gorî enflasyona hilberîner ji sedî 9,9 zêde bû. Enflasyona bingehîn, ji bilî enerjî, xwarin û vexwarinên bêalkol û berhemên tûtinê, di meha Mijdarê de salane ji sedî 17,62 hat aşkere kirin.