‘Bi çekên li ser keda kedkaran dikirin êrîşê Efrînê dikin’ 2018-02-19 09:16:26 STENBOL - Serokê Giştî yê Dev Yapi Îşê Ozgur Karabulut, diyar kir ku her balafireke F-16 radibe, lêçûnê wê heqdestiya bi hezaran kedkaran e û ev tişt got: "Lêçûnên şer ji pariyên karkeran dibirin. Bi keda karkeran bombeyan dikirin û êrîşî Efrînê dikin."  Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerê Rê û Înşaetê ya Avahiya Şoreşger (Dev Yapi Îş) Ozgur Karabulut, bal kişand ser lêçûnên operasyona li dijî Efrînê û fatûreya li kedkar û karkeran tê birîn. Karabulut da zanîn ku lêçûnên operasyona Efrînê dibe zem û li gel vedigere, ji ber kes debara xwe nake, her hefte li kuçeyan bûyerên întixarê rû didin.   ‘JI PARIYÊ KARKERAN QUT DIKIN’   Karabulut derbirî ku her balafireke F-16 ku radibe û Efrînê bombe dike, lêçûnê wê heqdestiya bi hezaran karkeran e û wiha got: "Sed mixabin di butçeya hikumet û desthilatdariyê ya sala nû de, para herî zêde ji bo sanayiya şer hat veqetandin. Butçeya şer bi bacên me, ji pariyên karkeran tê qutkirin. Ev şera tu hateya wê ji bo me tune, ji derveyê mirinên karker û kedkaran û ji derveyê xizaniyê tu tiştekî nayne."   ‘MIROV XWE DIŞEWITÎNIN’   Karabulut bal kişand ser xwe şewitandinên karkeran jî û ev tişt anî ziman: "Mirov bê çare dimînin û serî li rêbazên wiha didin. Dê bûyerên wiha zêde bibin. Di sektora înşaetê de milyonek 900 hezar xebatkar hebûn, di meha Çileyê de ev daketiye milyonek 700 hezarî. Sektora înşaetê lokomotîfa aboriya Tirkiyeyê ye û di vê qadê de jî tengasî derket holê, dê ev rewş bandorê li ser sektorên din jî bike. Her çendî çapemenî vê yekê veşêre jî kuçe, kolan û bazar bi zelalî daniye holê ku ev ne wisa ye. Em her roj di nava karker û kedkaran de ne."   ‘WEKÎ KU DI GELEMŞEYÊ DE TENGIJÎ NE’   Karabulut bi lêv kir ku cihê ku şer lê hebe razemeniyê û hilberînê nake. Dema hilberîn tune be birçîbûn, xizanî xwe dide der û wiha pê de çû: "AKP, wekî ku di hundurê gelemşe (labirent) û bîrekê de dixwaze derkeve û êrîşî der û dorê dike. Tişta ku duh gotî, îro red dike." Karabulut, da zanîn ku Tirkiyeyê bi salan xwe bi sektora înşaetê fînanse kir û wiha got: "Bi taybetî bi sermayeya ereban ev dikir. Dema pereyê germ qut bû, di abiriyê de jî tengasî derket."   ‘BI ZEMÊN VEŞARÎ ABORÎ RAST NABE’   Karabulut got ku hikumet bi zemên veşarî nikare aboriyê sererast bike, zem pariyên karkeran piçûk dike û dê ev zem dernexe firaqetiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di kongreyên AKP'ê yên navçe û bajaran de jî daxwazên aboriyê anîne rojevê. Divê di krîza aboriyê de butçeya ji bo parastin û şer tê veqetandin bê kemkirin."   MA / Muhammet Dogru