KESK’ê banga beşdariya mitîngên krîza aborî kir 2021-12-07 13:31:37   ANTALYA - Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk banga beşdariya mitînga herêmî ya ku wê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” li dar bixin, kir.    Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di 18’ê mehê de li Îzmîrê mitîngek bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” wê li dar bixe. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Antalyayê bi boneya beşdariya mitîngê li avahiya Egîtîm Senê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û rêveberên KESK’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Bozgeyîk axivî û da zanîn ku îqtidar adeta li dijî ked, karker, cotkar, dikandar, jin, ciwan û gel derbeya aborî pêk tîne û got: "Li ber çavan bi awayek eşkere polîtîkayên aborî yên ku tên meşandin, kedê erzan dikin, bêkarî û bêewlehiyê zêde dikin, şert û mercên jiyanê zehmetir dikin. Divê em li dijî vê yekê deng derxin û hêrsa xwe nîşan bidin. Em di 18’ê kanûnê de li Amed û Îzmîrê û di 19’ê kanûnê de jî li Stenbol û Enqereyê mitîngan li dar dixin û gazî her kesî dikin ku beşdarî mitîngên me bibin.”