Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe 2021-12-08 09:16:29 ÎZMÎR - Aborîzan Aydin Ari bal kişand ser pirsgirêkên civakî yên bandorê li krîza aborî dikin û got: "Heya em meseleya kurdî çareser nekin, em ê nikaribin xwe bigihînin cihekî jî."  Aborîzan Aydin Arî, krîza aborî nirxand. Ari bal kişand ser pirsgirêkên civakî yên bandorê li krîza aborî dikin û got: "Heya em meseleya kurdî çareser nekin, em ê nikaribin xwe bigihînin cihekî jî."    Ari, diyar kir ku hikûmet ji bo krîzê polîtîkaya xwe neguherandiye û mekanîzmayeke ku nizane çi dike heye û got: "Wezîrê Xizînê guherî. Belkî em hinceta guherandina wî hîn nebin. Lê kesekî ku di warê aboriyê de perwerde nebûye hat şûna wî. Fermanê didin Bankeya Navendî ku faîzê kêm bike. Kêmkirina vê faîzê helbet çûnhatina dowîzê kêm dike. Lê dibe sedema zêdebûna dowîzan û bêqîmetbûna TL."    Ari, destnîşan kir ku kêmbûna faîzê dê rê li ber enflasyonê veke. Ari, bilêv kir ku li Tirkiyeyê di warê awayê diyarkirin fiyetan de pirsgirêkine pir cidî hene û got: "Pîvandina enflasyonê ne hêsan e. Girîng e ku mirov tespît bike bê fiyetê kîjan beran zêde bûne. TUÎK, hesabên xwe tim diguherîne. Em nizanin bê ka rêbazine pêewle bi kar tîne yan ne. Ji ber ku saziyeke biproblem e, di warê pêbaweriya daneyên wê de jî problemên cidî hene. Di nav sal û nîvekê de bi qasî serokên Bankeya Navendî, serokên TUÎK'ê jî guherîn. Tim angaş hebûn ku saziyeke li ser navê dewletê daneyan berhev dike, daneyên wê nerast in. Lê niha şaşiyên meteodolojîk, major hene."    BERPIRSIYAR HIKÛMET E   Ari ku got "Polîtîkayeke guncaw aborî û hilberîneriyê ya Tirkiyeyê tune ye" diyar kir ku li Tirkiyeyê aborî jî bi pergala serokkomartiyê tê birêvebirin û got: "Berpirsiyarê her tiştî serokkomar e. Êdî bêwate ye meriv bibêje ev sazî serketî ye an jî ne serketî ye. Wezîrê Xizînê îstifa kir, serokê TUÎK'ê guherî. Ev hemû bi biryara serokkomar çêdibin. Di hikûmetên berê de gava pirsgirêk çêdibûn, me didîty ku digotin 'ev sazî vê polîtîkaya şaş pêk aniye' û bi vî awayî hikûmet berpirsiyarî ji stuyê xwe derdixist. Lê niha em baş dizanin ku berpirsiyarê her tiştî hikûmet e. Tim wisa bû, lê rakirina wê perwerdeyê baştir bû. Yanî em baş dizanin ku Bankeya Navendî bi tena serê xwe biryara kêmkirina faîzê nagire."    ‘HEYA PIRSGIRÊK ÇARESER NEBIN, ABORÎ BAŞ NABE'   Ari, destnîşan kir ku li welêt heya pirsgirêkên sereke çareser nebin dê aborî jî baş nebe û got: "Heya em meseleya kurdî çareser nekin, em ê nikaribin xwe bigihînin cihekî jî. Pirsgirêkên di warê ekolojiyê, civakî de ketine ser dilê hev. Li Tirkiyeyê çavkaniyên cemaweriyê ji dest cemaweriyê tên derxistin û pêşkêşî çîna sermayedar tên kirin. Heya ev pirsgirêk neyên çareserkirin çareserkirina pirsgirêka aboriyê nepêkan e."    MA / Ozlem Yayan