HDP'ê wêneyên Tûglûk û Gezer bilind kir: Ji mirinê desthilat berpirsyar e 2021-12-10 15:32:02   ENQERE - Di hevdîtinên budçeya Wezareta Edaletê de Parlamenterên HDP'ê wêneyên Aysel Tûglûk û Garîbe Gezer bilind kirin û gotin ku ji her mirina li girtîgehan desthilat berpirsyar e.    Li Lijneya Giştî ya Meclisê, hevdîtinên li ser budçeya Wezareta Daristan û Çandiniyê, Wezareta Edaletê, Wezareta Parastinê û saziyên girêdayî wan û nudçeya Hesabê Teqez ê 2020'an didomin. Parlamenterên HDP'ê bi armanca ku balê bikişînin ser rewşa wan bi fûlarên daxwaza edaletê yên navê siyasetmedarên jin ên girtî û jinên hatine kuştin li ser wan nivîsandî tevlî hevdîtinan bûn.    Derbarê budçeya Wezareta Edaletê de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum mafê axaftinê girt û li ser gelemperiya budçeya wezaretê nirxandin kir. Gulum polîtîkaya edaletê ya desthilatê AKP'ê rexne kirin û diyar kir ku hêviya gel ji edaletê nameye û edalet ji bo desthilatê dixebite. Gulum, rewşa Parlamentera HDP'ê ya berê Aysel Tûglûk û mirina girtî Garîbe Gezer jî bi bîr xist û ev tişt got: "Ji her mirina li girtîgehan desthilat berpirsyar e."   Dema axaftina Gulum parlamenterên koma HDP'ê jî wêneyên Aysel Tûglûk û Garîbe Gezer bilind kirin û axaftina Gulum li ser piya guhdar kirin.