Beriya biryara faîzê ya MB’ê dolar û euro zêde bûn 2021-12-16 10:39:32   ENQERE - Beriya biryara faîzê ya Banka Navendî ku bi meraqek mezin li bendê ye, piyaseya dovîzê ji nû ve bi tevger bû. Dolar derket asta 15,20 lîreyê tirk.    Banka Navendî (MB) wê civîna Desteya Polîtîkaya Pere ya sala 2021’an a dawî pêk anî û wê biryara faîzê eşkere bike. Beriya biryara faîzê ya MB’ê were eşkerekirin, piyaseya dovîzê bi rekorek mezin dest bi rojê kir. Beriya vê biryara faîzê dolar bi 15,20 lîreyê tirk dest bi rojê kir û Euro jî derket asta 17,17 lîreyê tirk. Piyase li bendê ye ku MB biryara daxistina faîzê ya bi qasî 100 puanî daxîne.    Roja duşemê bi mudaxileya MB’ê dolar daketibû biniya asta 14 lîreyî. Kûra dolarê roja sêşemê dîsa zêde bû û ji roja çarşemê şûn ve zêdebûna xwe berdewam kir.