Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin 2021-12-16 15:10:31   AMED/ÊLIH - Li Amedê û Êlihê ji bo beşdariya mitînga “Em nikarin debera xwe bikin” ku wê di 18’ê kanûnê de were lidarxistin, belavok hatin belavkirin û daxuyanî hat dayîn.    Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî budçeya sala 2022’yan wê li Amedê mitînga bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” di 18’ê kanûnê de li Qada Îstasyonê ya Amedê li dar bixe. Ev mitînga bajarên herêmê ye û amadekarî didomin. Ji bo mitîngê li Êlihê daxuyanî û li Amedê jî belavok hatin belavkirin.    LI ÊLIHÊ BANGA BEŞDARIYÊ HAT KIRIN    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da çapemeniyê û banga beşdariya mitîngê kir. Serokê Şaxa Sendîkaya Petrol Îşê Veysel Kartal daxuyanî da û wiha got: “Em ê teslîmî feqîrî û erzankirina keda me nebin. Em ê zivistanê veguherînin biharê. Em ê li dijî her cûre kedxwariyê bi rêbazên demokratîk li ber xwe bidin. Em hemû karker û kedkar û gelê Êlihê vedixwînin mitînga li Amedê.”    LI AMEDÊ BELAVOK HATIN BELAVKIRIN    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî ji bo mitîngê li navçeyên Yenîşehîr û Sûrê li xelkê belav kirin. Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy beşdarî belavkirina belavokan bûn. Piştî daxuyaniyek kurt koma qelebalix li semta Ofîsê belavokên “Bila budçe ne ji şer re be, bila budçe ji kedkaran re be” belav kirin. Komê welatiyan û esnafan vexwendin mitîngê.