Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin 2021-12-16 17:00:55   ÎZMÎR - Rêxistinên ked û pîşeyî ji bo mitînga “Em nikarin debara xwe bikin” a ku wê KESK di 18’ê mehê de li Îzmîrê li dar bixin banga beşdariyê kirin.    Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) wê di 18’ê kanûnê de bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” mitîngek li dar bixe. Rêxistinên ked û pîşeyî yên Îzmîrê ji bo beşdariya mitîngê li avahiya DÎSK’ê ya Herêma Egeyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên rêxistinên ked û pişeyî û partiyên siyasî beşdar bûn.    Sekreterê TMMOB’ê yê Îzmîrê Aykut Akdemîr daxuyanî da û li dijî pergala faşîzmê banga beşdariya mitîngê kir.    DENGÊ XWE BILIND DIKIN    Sekreterê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Nûrî Seha Yuksel jî axivî û destnîşan kir ku divê dengê wan li dijî feqîrî û birçîbûnê zêdetir derkeve û divê her kes li dijî vê pêla krîza aborî têbikoşe.    BANGA YEKÎTIYÊ KIR    Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê Veysel Beyazadam jî axivî û anî ziman ku divê hemû rêxistinên ked û pîşeyî û partiyên siyasî li dijî polîtîkayên xizanîkirin û bêkariyê û birçîbûnê yên îqtidarê têbikoşe û rê nedin ku ev pêla faşîzmê bi ser bikeve û li dijî zextan banga yekîtiyê kir.    FEQÎRÎ MAFÊ MIROVAN BINPÊ DIEK    Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî diyar kir ku feqîrî û krîza aborî rê li ber gelek binpêkirinên mafan vedike û got êdî ew hemû li Tirkiyê karker in.    MIL BIDIN MILÊ HEV    Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari jî da zanîn ku divê her kes li dijî vê îqtidara ceberût mil bide milê hev û li kêleka hev bisekine.