Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir 2021-12-22 15:34:27   MÊRDÎN - Li Mêrdînê, kedkarên tenduristiyê êrişa ku ji aliyê xizmen nexweş ve li bijîjkek hatibû kirin şermezar kirin.    Duh li Mêrdînê, ji aliyê xizmên nexweş ve li dijî Bijîjk Dr. Bayram Yildiz ku li nexweşxaneyeke taybet dixebitî êriş pêk hatibû. Odeya Bijîjkan a Mêrdînê, Odeya Diransazan a Mêrdînê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) derbarê êrişê de daxuyanî dan. Gelek kedkarên tenduristiyê tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta "Di tenduristiyê de ji tundiyê re na" vekirin.    Di daxuyaniyê de Serokê Odeya Bijîjkan a Mêrdînê Dr. Mûstafa Volkan Bînbaş axivî û diyar kir ku pergala tenduristiyê ji bo kedkarên tenduristiyê bûye cenawir û wiha got: "Di vê pergalê de nexwei bûne bikir û nexweşxane bûne kargeh û xebatkarên tenduristiyê jî bûne karker. Xebatê aniye wê astê ku êrişê li bijîjkan bê kirin. Bi cezayên heyî ne pêkan e ku pêşî li tundiya di tenduristiyê de bê girtin."   Di dawiya axaftina xwe de Bînbaş, bang li rêveberên welat kirin ku terka polîtîkaya xwe ya xemsar a li dijî tundiya di tenduristiyê de bikin û qanûna tundiya di tenduristiyê de bê derxistin.