Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe 2021-12-24 09:12:22 STENBOL - Stenboliyan ku diyar kirin ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin gotin: "Helbet wê rojekê gel dakeve kuçeyan û şemaqê li nav guhê dewletê bixe."  Li Tirkiyeyê hingî fiyetê tiştan biha dibe êdî welatî nikarin nan jî bikirin. Stenboliyan bal kişandin ser krîza aborî û destnîşan kirin ku divê gel bersiva musebîbê krîza aborî îqtidarê bide.       HILBIJARTINA PÊŞWEXT   Xebatkara çapemeniyê Ozge Ozcan anî ziman ku li Tirkiyeyê xwe ewl hîs nake. Ozcanî destnîşan kir ku her roj fiyet biha dibin û got: "Xedê aliyê kesên bi meaşê kêm dixebitin bike. Diviyabû meaşê kêm herî kêm bûbûna 6 hezar. Hezar û 700 lîre ji berîka gel derxistin. Rewş qet nebaş e. Jiyan zehmet bûye. Dê mirov ji ber krîza aborî terka welêt bikin. Ez li cem malbat xwe me, lê dîs ajî zehmetiyê dikişînim."    NIKARIM BI 12 HEZARAN DEBARA XWE BIKIM   Vûral Canbûl ku ji bo debara xwe bike li 3 devaran wekî ewlehîparêz dixebite, destnîşan kir ku îqtidar di qesran de dijî û tu têkiliya wê bi gel re nemaye. Canbûl, diyar kir ku rojê nêzî 18 saetan dixebite û dahata wî ya ehane 12 hezar TL ye. Canbûl, anî ziman ku 12 hezar têra wî nake û got: "4 zarokên min hene, xaniyê min ê kirê ye. Ez 2 hezar û 800 TL'yî heqê kirê didim. Heqê ceryan, av û gazê, xwarin û vexwarin tiştek di dest de namîne. Ez bi vî halî nikarim debara xwe bikim, îja yên bi meaşê kêm dixebitin dê çawa debara bikin? Dewlet pêşî divê têkeve etra gelê xwe. Heya dewlet ev dewlet be dê rewşa wiha be. Gava mirov birçî bimînin dê her tiştî bikin."    ‘WÊ GEL ŞELMAQÊ LÊXE'   Canbûl, bibîr xist gava Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel dev ji seorkwezîrtiyê berdaye di qaseya welêt de 35 milyar euro hiştiye û bal kişand ser Serokkomarê AKP'î Erdogan û got: "Lê Erdogan welêt şêland. Wisa dişêlîne, tu nizanî çi dike. Dolar geh zêde dike geh kêm dike. Alîgirên wî nesîbê xwe jê digirin. Li gor qafê xwe dijîn. A dibe bi me feqîran dibe. Lê gava tu baixivî jî tu dibî 'terorîst'. Nexwe ez 'terorîst im.' Digire bila bigire, ma wê çend kesan bigire. Dê 100 kesî bigire an hezar kesî. Helbet wê rojekê gel dakeve kuçeyan û şelmaqê li nav guhê dewletê bixe."    Canbûl, anî ziman ku îqtidar gel bi teknolojiyê dixapîne û xwest mirov êdî çavvekirî bin.    MA HEYA KU DERÊ?   Ahmet Ertekînê teqawidbûyî destnîşan kir ku bi aşkerekirina meaşê kêm yê berê her tişt du qarî biha bûye û got: "Bi zêdebûna dolar re meaşê kêm bêqîmetir bû. Fiyet biha bûn, dolar kêm kirin. Lê ên xisirîn em in. Ku derê vî tiştî xweş e? Ma mirov ji tişta ku ji berîkê kêm dibe dibêje min qezenc kiriye? Meaşê teqawidbûyînê têr nake. Ez bi firotina simîtan an jî karine din debara xwe dikim, lê dê ev heya ku wisa dewam bike? Roja ku em naxebitin, em çokên xwe ber bi zikê xwe ve dikişînin. Wekî din em nikarin ji anvd erkevin."    ‘EZ AVA ZÊDE TEVLÊ DIKIM'   Ertekîn, anî ziman ku zebze û fêkî jî gava dibe êvar diçe wan ji bazarê dikire, ji lew re ber êvarî erzan dibin û got: "Gava em xwarinekê çêbikin, ji bo em têr bixwin em avê zêde dixinê. Polîtîkayên îqtidarê me germ nakin, me diqerisînin. Di zikê me de lodên qeşayê çêbûne. Di ser 500'î re parlementer hene, lê ne xema wan e. Tu tiştî nadin gel. Êdî em li çareya serê xwe mêze dikin. Êdî em kêm dikin û bi vî awayî hewl didin debara xwe bikin. Yanî em ên kevin li xwe dikin, em li gor şertên rojê tevdigerin. Em hewl didin bi vî awayî îdare bikin."    ‘DIVÊ AKP BIÇE'   Necmettîn Donmez jî bilêv kir ku ji bo tiştên erzan bistîne diçe 10 marketan. Donmez, bibîr xist ku AKP 20 sal in îqtidar e û êdî wextê wê yê çûyînê hatiye. Donmez got: "Êdî tu pêwendiya wan bi gel re nemaye. Gel ji bîr kirine. Ji lew re pir zengîn bûne. Wekî Harûn hatin, wekî Karûn zengîn bûn. Di dema vana de zengînb êtir zengîn, feqîr bêtir feqîr bûn."    ‘AKP Û HÎTLER'   Donmez, destnîşan kir ku tekane berpirsê hemû pirsgirêkan feraseta "yek"zilamî e û ha Hîtler ha AKP, heman tişt in. Donmez got: "Hîtler jî wekî AKP'ê welêt perîşan kir. Îbnî Haldûn dibêje çi; ger hûn karbidestiyê têxin destê zilamekî tenê, dê bibe despot, dê meşa wî biguhere, paşê jê weye xweda ye. Niha îqtidar jî ketiye vî halî. Her rojd u roj sûreya 'nas'ê dixwîne Behsa dîn dike. Îqtidar êdî xwe di ser mirovan re dihesibîne, xwe wekî nîv-xweda dihesibîne. Xwedê dawiya me bi xêr ke."