Farqînê zema ceyranê hat şermezarkirin 2022-02-06 15:59:30   AMED - Li navçeya Farqînê, gelek kes bi meşekê zema ceyranê şermezar kirin.    Şermezarkirinên zema ceyranê berdewam dikin. Piştî Bazîd, Gever, Mêrdîn, Riha û Marmarîsê li navçeya Farqîn a Amedê jî gel daket kolanan û zema ceyranê şermezar kir. Gelek kes li ber PTT'ê li hev civiyan û ber bi avahiya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) meşiyan. Girse ji vir jî beta ber Qaymeqamiya Farqînê meşiya û li vir daxûyanî da. Li ser navê girseyê Seyît Aktarli axivî û bangî Erdogan kir û ev tişt got: "Zilma DEDAŞ'ê heye. Ev milet perîşan e. Gel nikare van fatoreyan razîne."   Piştî daxuyaniyê girseyî dûrişmeya "DEDAŞ îstifa" berz kir.