Polîsan êrişî kedkarên tenduristiyê kirin 2022-02-08 14:06:36   WAN - Polîsan li Wanê êrişî kedkarên tenduristiyê ku xwestin daxuyaniyê bidin kirin û ew binçavkirin.    Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristî (SES) ya Wanê bi armanca mafên wan ên reha werin baş kirin xwestin li Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê daxuyaniyê bidin lê polîsan daxuyanî astengkirin. Polîsên ku qedexeya walitiyê weke hêcet nîşan da, kedkarên tenduristiyê yên xwestin ku daxuyaniyê bidin dorpêçkirin. Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: “Daxuyaniyeke ku li her derê Tirkiyeyê tê kirin heye. Li her derê serbest e li vir qedexe ye? Qedexeya walîtiyê ya 2 hezar rojan li bajêr berewam dike heye. Hûn bi awayekî keyfî sûcdar dikin. Heke ev daxuyanî sûc be em sûc dikin.”     10 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Li ser vê yekê piştî niqaşa di navbera kedkarên tenduristiyê û polîsan de derket Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, Sekretera Giştî ya TTB’ê Ayfer Horasan, Hevseroka Şaxa SES’ê ya Wanê Fîgen Çolakoglû jî di nav de herî kêm 10 kes hatîn bînçavkirin.    Kedkarên tenduristiyê yên hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.