Sefar ji ber krîzê nikarin hilberînin 2022-02-12 09:05:57 ENQERE - Sefarên li Samanpazariyê diyar kirin ku ji ber krîza aborî nikarin kar bikin û gotin: "Fiyet û maliyet biha bûne, firotin kêm bûye. 10 sal bi şûn de wê tu tişt nemîne."    Sefarên Samanpazariya navçeya Altindag a Enqereyê, bandorek mezin ji krîza aborî digirin. Sefaran got: "Fiyet û maliyet biha bûne, firotin kêm bûye. 10 sal bi şûn de wê tu tişt nemîne."    ATOLYEYA XWE GIRT   Sefar Nîhat Gokçe, anî ziman ku ji ber krîza aborî atolyeya xwe girtiye û got: "Sifir û qela biha bûne. Niha ji bêgavî min dest bi karê hesin jî kiriye. Rewşa welêt qet nebaş e. Êdî mirov nikarin tiştekî bikirin. Em heya êvarî rûniştî ne. Min ji ber vê atolyeya xwe girt. Min da karkerên berê li cem min dixebitîn."    KRÎZ BANDOREK MEZIN LI WAN KIRIYE   Farûk Kuçuk jî anî ziman ku ji 10 saliya xwe dest bi vî karî kiriye û 50 sal in vî karî dike. Kuçuk nêzî 18 sal in dikana wî heye got: "Destkarî her diçe kêm dibe. Piraniya malên me çûn derveyî welêt. Niha kes pir çênake. Piraniya sifir ên xwecihî ne. Her herêmek sifiriek wî heye. Ev salek e fiyet û maliyet zêde bûye. Firotin kêm bûye. Beriya pandemiyê em bêjin 3 mişterî hebûn, lê niha 1 maye. Belkî 10 sal bi şûn de tu tişt jî nemîne."    ‘CAR HEYE EM SERFETIHÊ JÎ NAKIN'   Hoste Aytekîn Kuçuk jî anî ziman ku hejmara kesên vî karî dikin pir hindik e û got: "Berê gava em diçûn çarşiyê, ji ber dengê çakûçan me nikaribû îdare bikira. Lê niha mirov ji ber tunebûnê dernayên derve. Roj heye em serfetihê jî nakin. Êdî nikarim heqê karkeran bidim. Kîloya qela bi dolar e. Berê min taweyek bi 20 TL'yî çêdikir, lê niha em ancax bi 35-40 TL'yî çêdikin."    NIKARIN DEBARA XWE BIKIN   Bakî Çagtekîn jî got: "Berê Samanpazarî pir qelebalix bû. Em karker di nav pergaleke ku bûne koleyên zengînan de ne. Em nikarin debara xwe bikin. Di berîka min de 20 TL heye. Ma ez zikê xwe têr bikim an nan bibim malê an jî lazmatiyên malê bikirim? Em esnaf û xizan nemane."