'Gel birçî ye, êdî dengê me bibihîsin' 2022-02-13 09:13:17 MÊRSÎN - Li Mêrsînê welatiyên ji ber bihabûnê û zeman bi gil û gazinc in, destnîşan kirin ku tu carî wekî niha zehmetî nekişandine.  Krîza abor, bihabûn kirine ku êdî kes nikare debara xwe bike. Li Taxa Guneş a navçeya Akdenîz a Mêrsînê, esnafên bazara ku roja înê tê danîn û welatiyên diçin vê bazarê ji ber bihabûnê bi gilî û gazinc in.    ‘BAZARVANÎ NEMA'   Abdûrrahman Kirboga anî ziman ku 10 sal in bazarvaniyê dike, lê tu carî rojên wisa giran nedîtine. Kirboga, destnîşan kir ku fiyet firiyane û marja qezencê jî kêm bûye. Kirboga got: "Dezgeha min a zebze ye, lê ji ber ku nikarim zebze bistînim fêkiyan difiroşim. A rast diviyabû min zebze bifirotana, lê zebze bi dest nakeve. Firingî, firingiyên zer ku nayên xwarin kîloya wan bi 6-7 lîreyan e, ez bînim îja ez bi çi qasî bifiroşim? Em derdê welatiyan fêm dikin, dixwazin fiyet kêm be, lê tiştekî ji destê me bê tune ye. Berê min TIR'ek mal dianî, heya êvarê minq ase vala dikirin û diçûm. Lê niha 6-7 qaseyan tînim. Mişterî tê, berê 5-10 kîlo distend, lê niha kîloyekê distîne. Nikare bikire. Li bazarê kîloya firingiyên sor bi 15 lîreyan e. Ma kî dikare bi 15 lîreyan bikire? Niha herin li bazarê bigerin, hûn bacanên reş nabînin. Li halê kîloya wan bi 25 lîreyan e. Bazarvanî mir, nema."    ‘ÊDÎ DENGÊ ME BIBIHÎSIN'   Hanîfe Bakir ku ji bo danûstendinê hat bazarê got: "Milet feqîr e, milet birçî ye êdî bes e. Milet birçî ye lê bêdeng e, bila bêdeng nemînin. Êdî bes e, berbayî lsîtikên wan nekevin. Ma ka ez ê çi bikirim? Meaşê min ê teqawidbûyînê ye, dê têra çi bike? Em bêjin ê min meaşê min heye, lê îja yên naxebitin wê çi bikin. Ên ne teqawidbûyî wê çi bikin? Ez bang dikim, destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Vê feqîrtiyê, vê birçîbûnê bibînin. Kîloya xiyaran bûye 7 lîre. Êdî mirov nikarin zebze bistînin. Heyf e, guneh e. Ji bo Xwedê destê xwe deynin ser wijdanên xwe. Em du kes in. Meaşê me hezar û 500 lîre ye. Ma ev edalet e? Milet diziyê dike, çimkî birçî ne. MIlet ji birçîna bi canê hev ketiye. Ê bazarvan çi bikin ma? Kes nakire ku bi erzanî bidin. Her tişt biha bûye. Ew zengîn in, pereyê wan pir e. Ên feqîr digirîn. Êdî dengê me bibihîsin. Guneh e. Dolar kêm bikin, heqê ceryanê kêm bikin, heqê zebze kêm bikin. Heyf e."    ‘WIHA NABE'   Alî Aksoy ku zebze difiroşe, anî ziman ku firingiyên ku bi 10 lîreyan dikire, nikare bi 10 lîre û 50 qurişî bifiroşe û got: "Ma ev edalet e? Divê çareyek bê dîtin. Ê feqîr çi bikin? Ez fedî dikim pere ji dest feqîran bigirim. Ev ji ber mazotê wisa ye. Em ne razî ne. Dê 4 hezar û 250 TL têra kê bike? Têr nake. Tûp bûye 250 TL, dê çawa têr bike? Karkerek du rojan ji bo tûpekî dixebite. 10 rojan ji bo erzaq dixebite. Wisa nabe."    Aysel Erdemcî jî ku meaşê wê yê teqaiwdbûyînê heye got: "Têr nake. Em qelebalix in. Min berê 5-6 kîlo xiyar dikirîn, lê niha kîloyekê dikirim. Niha 100 lîre bi min re heye. De were û safî bike. Zarokên min diçin zanîngehê. Têr nake. Jixwe ji me kesek dixebite. Fatûre pir zêde tên. Meaşê me ancax têra fatûreyan dike. Fiyet pir biha ne. Her diçe bihatir dibin. Mirov dimirin."    ‘KÎLOYA PETATÊN XERABÊ BI 6 LÎREYAN E'   Naîf Balli yê 65 salî jî got: "Em nikarin debara xwe bikin. Ev petat nayê xwarin, lê kîloya wan bi 5-6 lîreyan e. Ji xwedê bitrisin. Tirs nemaye. Ma ev petata bi 5-6 lîreyan e? Petata xerabe bi 5-6 lîreyan e. Herin mala xelkê, sarincên wan vekin, tu tişt tê de tune ye. Milet birçî ye. Ma ev misilmantî ye? Mehê 100 hezar TL meaş distînin, lê milet 2 hezar lîreyî distîne. Çavê wan li wî 2 hezar lîreyî ye jî. Em nikarin debara xwe bikin. Em mehê 500-600 lîreyî didin heqê ceryanê, 300 lîreyî didin heqê tûp û 700 lîreyî jî didin heqê kirê. Em ê çi bixwin? Dê kesên teqawidbûyî çi bixwin?"    MA / Cemîl Ûgûr