Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me 2022-02-18 09:00:51 STENBOL - Karkerên depoyê yên Mîgrosê ku ji ber meaşê kêm û derxistina ji kar bi rojan e li ber xwe didin, bang li raya giştî kirin: "Bibin dengê me."  Çalakiya karkerên depoyê yên Mîgrosê ya ji ber meaşê kêm û derxistina ji kar li Stenbolê didome. Çalakiya karkeran di roja 16'an de ye.    ‘EM DOZA MAFÊN XWE DIKIN'   Karker Aleyna Kirim, anî ziman ku ji bo mafên xwe têdikoşin û ji ber vê ji kar hatine derxistin. Kirim, diyar kir ku rêvebiran berê gotibû dê kesî ji kar dernexin, lê belê niha ji kar hatine derxistin û got: "Em ji bo saetên mesaiyê doza zemeke ji sedî 4 dikin. Em dixwazin tenduristiya kar û ewlehiya kar bê mîsgoerkirin û prîmên me bi awayekî qanûnî bên sererastkirin. Lê ew van daxwazan qebûl nakin. Û em ji kar derxistin."    Kirim destnîşan kir ku ji bo mafên xwe tevgeriyane û got: "Ji lew re wekî din dengê me nedibihîstin."    ‘BIBIN DENGÊ ME'   Kirim ji bo piştevaniyê bang kir û got: "10 sal in em bi paletên trans eşyayan dikişînin. Ev karekî pir zehmet e. Newekehviyek heye di navbera jin û mêran de. Di warê maf û hiqûqê de jî neheqiyek heye. Hem jî di warê fizîkî de. Car hebû me tenekeyên salçeyan wekî qolî radikirin. Min kîsê arvan jî hildgirt. Daxwaza min ji raya giştî; piştgiriya me bike. Bi rojan e em li vira ne, bila biibn dengê me."    Karker Bekîr Gok jî anî ziman ku salekê xebitiye û ji kar hatiye derxistin. Gok got: "Fatûreyên ceryanê û gazê ji sedî 200 biha bûne. Me ji rêvebiran re got, em nikarin bi meaşê kêm debara xwe bikin. Xaniyê min ê bi kirê ye û kirêya min bûye 2 hezar TL. Ez ê çawa debara xwe bikim? Rêvebiran guh li me nekirin. Me got, serê saetê meaşê me 4 TL'yan biha bikin. Em li bendê bûn alîkariya me bikin. Lê gotin 'dixwazî bixebitin, dixwazî derkevin.' Me tenê doza heqê nan kiribû."    ‘EM JIYANEKE MIROVANE DIXWAZIN'   Gok, destnîşan kir ku ji ber mafên wan hatine binpêkirin dest bi çalakiyê kirine û got: "Niha tevahiya welêt dengê me bihîstiye. Ji gel dixwazim, piştgiriya me bike. Bila ji Mîgrosê tiştekî nekirin. Em Mîgrosê boykot dikin. En wê me cardin karê me bidin û daxwazên me qebûl bikin, an jî wê Mîgros pir bixisire."    Gok, anî ziman ku ew ne kole ne, tenê doza jiyaneke mirovane dikin.