Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane 2022-03-07 14:16:10   STENBOL - Li gorî rapora ku Meclisa ÎSÎG'ê weşandiye, di meha sibatê de herî kêm 106 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.    Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora xwe ya cînayetên kar weşand. Ligorî raporê, di meha sibatê de herî kem 106 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ji van karkeran 97 jê karker û karmend bûne, 9 jê cotkar û esnaf bûne. Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku di du mehên destpêkê yên salên de bi yekûn 255 karkeran jiyana xwe ji dest daye û berxwedana karkeran a li çar hêlên welat jî hat silavkirin.    Li gorî raporê ji karkeran 3 jê jî karkerên zarokên ku jiyana xwe ji dest daney.