Kedkarên tenduristiyê amadekariya greva du rojan dikin 2022-03-11 16:09:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatkarên tenduristiyê di 2’yemîn salvegera pandemiyê de li gelek bajaran bi awayekî hemwext daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat xwestin ku şert û mercên wan ên xebatê bên başkirin. Xebatkaran da zanîn ku dê di 14 û 15’ê mehê de bikevin grevê.  Xebatkarên tenduristiyê bi dirûşma “Em dizanin bê ka berpirsyarên encamên giran ên pandemiyê kî ne”, di 2’yemîn salvegera pandemiyê de li seranserî Tirkiyeyê bi awayekî hemwext çalakî li dar xistin. Di daxuyaniyan de xebatkarên tenduristiyê bertek nîşanî gotina Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan dan ku digot; “Heke diçin bila biçin.” Xebatkaran ragihand ku dê di 14 û 15’ê mehê de bikevin grevê. Xebatkaran xwestin ku şert û mercên wan xebatê bên başkirin.   Di vê çarçoveyê de xebatkarên tenduristiyê li Amed, Riha, Wan, Mêrdîn, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Hatay û gelek deverên din bi awayekî hemwext daxuyanî dan.