Barkêşan li Mêrsînê dev ji kar berdan 2022-03-12 14:24:46   MÊRSÎN - Barkêşên li Mêrsînê bi mebesta protestokirina zemên li sotemeniyê hatine kirin, dev ji kar berdan.    Esnaf û ajokarên li Sîteya Barkêşan a Mêrsînê bi mebesta protestokirina zemên li sotemeniyê hatine kirin, dev ji kar berdan. Barkêşên ku qontaxên îro venekirîn, diyar kirin ku ji ber zemên li pey hev li sotemeniyê têne kirin, nikarin debara xwe bikin. Barkêşan xwest ku zemên hatine kirin dîsa paşve bên kişandin.    Çalakiya barkêşan a li sîteyê hêj berdewam e.