Fîncanci: Heke demokrasî nebe tenduristî jî nabe 2022-03-26 16:24:44   WAN - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku daxwazên ku pêşkeşî meclisê kiribûn hatine redkirin û wiha got: “Bi tunehesibandina demokrasiyê re kesek nikare jiyaneke mirovane bîne vî welatî. Heke demokrasî nebe, tenduristî jî nabe.”    Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û odeyên bijîşkan ên Wan-Colemêrg, Riha, Êlih, Bêdlis, Mêrdîn, Amed, Mûş, Mugla û Enqereyê bi dirûşma “Tenduristî bêyî demokrasiyê nabe” li Wanê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li pêşiya Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci, Serokê TTB’ê yê berê Sînan Adiyaman, serokên odeyên bijîşkan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajêr amade bûn.    NEXWEŞÎ ZÊDE BÛN    Di daxuyaniyê de Serokê Odeya Bijîşkan a Enqereyê Alî Karakoç sonda Hîpokrat bi bîr xist û wiha got: “Dê polîtîkaya desthilatdariyê têk biçe. Di demekî nêz de li Wanê kedkarên tenduristiyê du caran hatin binçavkirin. Têkoşîna ji bo mafê tenduristiyê her wiha têkoşîna ji bo demokrasiyê ye. Em li vê derê anku cihê ku azadî û mafên bingehîn ên mirovan bi awayekî tên binpêkirin bang li walîtî û midûriyeta emniyetê dikin; ziyana ku hûn digihînin demokrasiyê her wiha hûn didin tenduristî û civakê jî. Wekî li her deverê em ê li vir jî dest ji têkoşîna tenduristî û pêşeroja xwe bernedin.”   DEMOKRASÎ Û TENDURISTΠ   Şebnem Korur Fîncanci jî destnîşan kir ku heta demokrasî nebe, mimkin nîne ku tenduristî jî hebe û wiha domand: “Tenduristî ne tenê başiya beden, ruh û rewşa me ya civakî ye. Di heman demê de başiya rewşa siyasî jî ye. Dema me nekarî fikr û ramanên xwe azad bibêjin û nîqaşan bikin, ev yek tenduristiyê me jî xera dike. Di dema pandemiyê de me ev rastî bi vekirî dît.”   ‘YA KU WINDA DIKE CIVAK E’   Di berdewamê de Fîncanci got ku li Wanê sepanên OHAL’ê di meriyetê de ne û wiha bi dawî kir: “Nahêlin em mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Baş e lê di vê rewşê de kî winda dike. Ya ku winda dike, civak e. Civak jî di ferqa vê de ye. Tevî hemû hewldanên wan jî civak piştgiriyê dide me. Ev jî wan hîn bêhtir aciz dike. Ji bo mafên me çend pêşniyarqanûn dan meclisê. Lê dema pêşniyarên me pêşkeşî Meclisê hatine kirin, ev daxwaz raste rast red dikin. Bi redkirina van daxwazan re kesek nagihe cihekî. Bi tunehesibandina demokrasiyê re kesek nikare jiyaneke birûmet bîne vî welatî. Lewma divê em ji bo demokrasî, aştî û jiyaneke mirovane bi hev re têbikoşîn.”