'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê' 2022-03-31 09:05:27 WAN - Waniyan diyar kir ku beriya meha Remezanê hemû tişt li ser hev du biha bûne û gotin, ev pirsgirêk dê bi çûna îktidarê çareser bibin.   Beriya meha Remezanê fiyetên rûn, nan, arvan û gelek berên sereke li ser hev du biha bûn. Li Wanê welatiyan destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên îktidarê tu bereketa meha Remezanê nemaye, meha Remezanê êdî bûye meha xizaniyê.    ‘MIROV ÊDÎ NIKARIN GOŞT BIKIRIN'   Qesab Nûrûllah Nacar, anî ziman ku berê di meha Remezanê de gelek kes li ber qesaban kom dibûn ji bo goşt bikirin, lê îsal kes nikare goşt bikire. Nacar, bilêv kir ku malbatên ku berê 3 kîlo goşt dikirîn, niha êdî nikarin goşt bikirin û got: "Ên tên qesêb perçeyek goşt dikirin û diçin. Hema bibêje karê me qediyaye. Me dixwest em kîloya goşt bi 10 lîreyan bifiroşin, lê êdî em jî nikarin goşt bikirin. Ji ber bihabûna êm û kayê êdî mirov nikarin heywanan xwedî bikin. Lewma fiyetê goşt her roj biha dibe. Êdî qîmeta pereyê bi dest me dikeve jî nemaye."   ‘NAN JÎ BI DEST ME NAKEVE'   Omer Halîl jî bilêv kir ku êdî mirov di Remezanê de jî nikarin goşt bikirin û got: "Her tişt biha bûye. Di vê Remezanê de dê mirov goşt nexwin. Bi rastî jî aboriyê tu tişt di mirov de nehiştiye. Êdî nan bi destê mirovan nakeve. Kesên berê 3-4 kîlo goşt dikirîn niha nîv kîloyî dikirin. Dev ji goşt berde, êdî nan bi dest mirovan nakeve. Ew li ser qoltixên qiralan rûdinên, lê feqîrên wekî me nanê tisî dixwin. Her kes dizane berpirsê vê rewşê kî ye."    ‘BILA ERDOGAN BIÇE'   Metîn Dûman jî got: "Ji bo gel ji vê rewşê xelas bibe, divê ev îqtidar biçe. Dev ji goşt berdin, mirov êdî nikarin nan jî bibin mala xwe. Em ne ketine etra goşt, em ketine etra nan. Tekane çare, divê ev dewlet û hikûmet biguhere. Ji xeynî vê tu çare tune ye. Mirov êdî ji bo pakêtek miqarne bikirin an jî kîloyek petat bikirin dixebitin. Divê Erdogan û hikûmeta wî biçe. Bi saya vê îqtidarê tu bereketa Remezanê nemaye, meha Remezanê bûye meha xizaniyê." ,   Îbadettîn Yeşîlbaş jî bilêv kir ku ji ber bihabûna sotemeniyê êdî fiyetê neqliyatê jî biha bûye û divê fiyet bên kontrolkirin.