‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin' 2022-04-10 09:25:19 AMED - Welatîyên Amedê ji ber krîza aborî gilî û gazinên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji ber bihabûnê êdî ew nikarin tirşikê jî çêkin. Ji ber polîtîkayên desthiladariya AKP’ê, krîza aborî li bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tîrkiyeyê her diçe xerabtir dibe û şert û mercên jiyanê ji bo gel zehmettir dibe. Bihabûna her tiştî li her qada jiyanê xwe nîşan dide û welatî êdî nikarin lazimatiyên xwe yên bingehîn jî bikirin. Bi taybetî jî ev krîza aborî, herî zêde jî xwe di meha Remezanê de nîşan da. Ji ber bihabûna zexîre, sebze, yanî her tiştê xwarin û vexwarinê qat qat zêde bûye xelk nema tiştekî dikare amade bike û deyne ser sifreya xwe. Me derbarê krîza aborî de li bazara Yenîşehîra Amedê li esnaf û welatiyan guhdar kir.    ‘SEDEMA VÊ YEKÊ RÊVEBERIYA WELAT E'   Oznur Koyuncu anî ziman ku ew û hevjînê wî dixebitin û zarokek wan jî heye lê dîsa jî dawiya heyvê nikarin bînin. Koyuncu bal kişand ser dan û standina demên berê û niha û wiha got: “Berê me ji îsot û firîngiyan tirşikê bi rehetî çêdikir. Lê êdî ew jî zehmet bûye, em nikarin tirşikê jî çêkin. Rewş her diçe xerabtir dibe. Me bere konserve çêdikir kaseya firîngiyan 60 lîre bû, me digot çiqas pir e lê îro ew qase bûye 300 lîra. Edî lazimiya xwe em kêm dikin û her tişt ji me re wekî luks tê. Berê di heyva rojiyê de xelk ji hev du re xwarin dibirin, her tişt zêde dihat çêkirin, îro meriv nikare zikê xwe têr bike. Sedema vê yekê jî rêveberî ye."   ‘KESÊN KU ME KIRINÊ VÊ REWŞÊ BILA ŞERM BIKIN’   Zeynel Abidîn Çakir jî da zanîn ku wekî berê her tişt bi kîlo naye kirîn û wîha axivî: “Em ji bo mitbexên xwe tijî bikin haitne bazarê lê em dibînin ku kîloya firîngiyan bûye 20 lîra, balîcan bûye 35 lîre. Em edî jiyana xwe bi gihayan didomînin û her tiştî êdî bi graman dikirin. Ez dolaba xwe vedikim goşt tune ye, kesên ku me kirine vê rewşê bila şerm bikin. Em di vê rewşê de nikarin dan û sitandinê bikin."   'EM TENÊ LI DEZGEHAN TEMAŞE DIKIN'    Welatiya bi navê Aynur Turkan jî diyar kir ku beriya bihabûnê bi 50 lîreyî poşetên xwe tijî dikirin lê îro ew tenê li dezgehan temaşe dikin. Turkan anî ziman ku lazimiyên wan jî êdî bûye luks û wiha got: “Tu kes rewşa ku gel tê de ye nabîne. Îro xwarinek bi 100-150 lîreyî tê çêkirin. Ez li hemû bazarê geriyam lê ji ber bihabûnê min tu tişt nikiriye. Ez bala xwe didimê ku esnaf û xelk li hev dinêrin û dan û standin jî nabe. Sedema vê bihabûnê kedkar û karker nînin rêvebiriya welat bi xwe ye."    Fatma Eker jî bal kişand ser meha rojiyê û got: “Berê me zerzevat bi kîloyan dikirîn anha em nikarin bikirin. Meha rojiyê jî hatiye dilê me diçê jî lê em nikarin bixwin. Îsal ev tofana giran hatiye serê me. Ewil salê carek zam dihat kirin anha bûye hefteyê carek zem tên kirin. Ev yek ji me re wekî henekan tê."    DEPOYA EREBEYA XWE BI 1800 LÎREYÎ TIJE DIKIN   Ji welatiyan Recep û Ûlmûhan Kalayci jî ku teqewid bûne derbara bihabûnê de wiha gotin: "Me 25 sal xizmeta vê pergalê kir, em teqawid bûn lê îro em nikarin jiyana xwe bidomînin. Tiştên ku dilê me dixwaze piranî caran em nikarin bikirin. Wesayîta me heye me berê dopaya wê bi 400 lîreyî tije dikir lê îro ev depo bi 1800 lîreyî tije dibe. Ev ji bo bihabûnê mînaka her ber bi çav e."    DINÊHÊRIN Û DIÇIN   Ramazan Kocakaya ku karê bazarê dike jî da zanîn ku îsal bihayê her tişt firiya ye û wiha axivî: "Marol bûye 20 lîre, firîngî bûye 23 lîre, xiyar 15 lîre, bihabûnek wiha nehatiye dîtin. Xelk nikare tiştekî bistîne. Tenê dipirsin heke erzan be distînin heke nebe dinêhirin û diçin. Tiştên bi milyonekî bûye 5 milyon. Ji ber bihabûnê mazotê vê carê cotkar jî nikare çandiniyê bike. Maliyeta her tiştî pir zêde bûye. Em karê bazarê dikin li gorî hesabê me yê par, poşet û mazota me 400 lîra dikir, îsal em 75 roj dixebitin, poşet û mozota me dike 1400 lîre.”   Sevgî Kapar jî anî ziman ku êdî wisa bûye ku ew zerzavat û fêkî heb heb dikirin û got: “Wekî Ewropayê li me hatiye. Ne ji aliyê erzanbûnê ji aliyê bihabûnê ve. Berê me bi kîloyan tişt dikirîn lê niha em heb heb dikirin."    MA / Eylem Akdag