Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve 2022-04-16 09:06:22 STENBOL- Berdevka Platforma Şaxan a Stenbolê ya KESK'ê Koçak, diyar kir ku pêvajoya heyî di warê têkoşînê de pêvajoyeke girîng e û got, dê jin bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê bên 1'ê Gulanê.  Li Stenbolê 1'ê Gulanê dê bi dirûşmeya "Em ê bi hev re bi ser bikevin" li Qada Maltepeyê bê pîrozkirin. Amadekariyên 1'ê Gulanê ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB), Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Yekîtiya DIransazan a Tirkiyeyê (TDB) ve dest pê kirin.    Berdevka Platforma Şaxan a Stenbolê ya KESK'ê Ayfer Koçak, têkildarî girîngiya 1'ê Gulana îsal û amadekariyên axivî.    ‘1'Ê GULANÊ ROJA ŞAXVEDANA HÊVIYÊ'   Koçak, anî ziman ku 1'ê Gulanê roja yekîtî û piştevaniyê ye û got: "Karker ji bo mafên xwe li kargehên xwe têdikoşin, li qadan têdikoşin û mafên xwe yên grevê bi kar tînin. Gava mafên xwe yên grevê bi kar tînin dibînin ku li kargehê ne bi tenê ne. Di qadên 1'ê Gulanê de dibînin ku gava tên cem hev du bê vediguherin hêzeke çawa. Mirov dikare bibêje 1'Ê Gulanê ji bo pêşerojeke ewle û bidestxistina mafan roja şaxvedana hêviyê ye."    2022 SALA TÊKOŞÎNÊ YA KARKERAN   Koçak, diyar kir ku sala 2022'yan ji bo karkeran sala têkoşînê ye û di heman demê de saleke ku herî zêde ked karker û kedkaran tê xwarin.    Koçak, bilêv kir ku di heyameke wisa de ku ewlehiya karî ya kedkaran ji holê hatiye rakirin û got: "Berê bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) kedkar îxrac dikirin. Lê niha vê yekê bi xala 35'an dike. Gava neheqiyek biçûk jî çêbibe, xala 35'an bi kar tîne û kedkarên cemaweriyê bi avêtina ji kar re rû bi rû dimînin. Bi taybetî di vê heyama îxracan de li kargehan mobîng zêde ye."   BI RUHÊ 8'Ê ADARÊ Û NEWROZÊ   Koçak, destnîşan kir ku meaşê kêm êdî bêwate ye û lewma divê bê ronakekirin. Koçak, destnîşan kir ku ev heyam ji bo kedkaran heyama xizaniyê ye û got: "Di kêliyeke ku tarîtî ketiye de hatina cem hev a kedkar û karkeran, dê bibe cihê hilatina rojê û ronahiyê. Lewma em pir bihêv ne ku kerkaer bên cem hev du. Me ev yek di 8'ê Adarê de dît ku bê jinan çawa barîkat rûxandin. Me di 21'ê ADarê de dît bê ka gel çawa hatin cem hev du. Em wisa difikirin ku dê karker û kedkar bi heman ruhî bên 1'ê Gulanê jî."    BANGAWAZÎ   Koçak, destnîşan kir ku êdî ji xeynî hatina cem hev du ya karkeran û gelan pêvitr tu şansek tune ye û got: "Lewma em li di 1'ê Gulanê de lI Qada Maltepeyê li benda hemû kesan e. Em dengê xwe gurtir bikin, em hev du xurtir bikin û rojek berî rojekê bigihên maêfn xwe."