Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin 2022-04-25 15:27:28   MÊRSÎN - Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê belavok belav kirin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi munasebeta 1’ê Gulanê Cejna Kedkarên Cîhanê li bajêr belavok belav kirin. Pêkhateyên platformê li Parka Zarokê Azad hatin ba hev û li ser cehdeyên li Îstîklal û Nexweşxane yên navçeya Akdenîzê ji bo çalakiya 1’ê Gulanê ku dê bi dirûşma “Divê ev pergal biguhere” were pîrozkirin, belavok belav kirin.    Ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê, kedkar dê saet di 10.30’an de li pêşiya Stada Tevfîk Sirri Gur bên cem hev û ji wir ber bi Qada Cumhuriyetê ve bimeşin.