Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye 2022-04-27 09:08:34 RIHA - Koçerên çûne Qerejdaxê dibêjin ku ji ber nebarîna baranê xêrûbera giya û salê kêm e û ev yek dibe sedema ku şîr û penêr hindik be û ji ber hişkesaliyê ew ê zû ji herêmê bar bikin.  Zivistan cihê xwe ji biharê re hişt. Ev yek kêfa koçeran tîne. Koçer herî zêde ji demsala biharê hez dikin. Koçerên li deştê Heran û Wêranşarê dimînin, berê xwe dan Qerejdaxê ya ku hezar û 957 metre bilind e. Koçerên ku konên xwe danîne sewalên xwe xwedî dikin. Koçer dibêjin ji ber hişkesaliyê ango nebarîna baranê rojên dijwar li benda wan in û fikarên wan zêdetir dibin.  Hayat Satan ku bi salan e sewalvaniyê dike diyar kir ku ew ê heta mehekê din neçar bimînin ku sewalên xwe bibin Waranşarê.    XWE DÎTITIYE NEDÎTIYE KOÇERIYÊ DIKE    Satan anî ziman ku wî xwe dîtiye nedîtiye sewalvaniyê ango koçeriyê dike û piştî zivistanê niha jî wan berê xwe daye Qerejdaxê û ev bû 25 roj in hatine herêmê. Satan anî ziman ku ew ê îsal dernekevin zozanan û ji ber kesî cih nedaye wan û lewma tu taqeta wan nemaye ku biçin zozanan. Satan got berê ew her tim li Qerejdaxê bûn lê niha ev dever jî hişk bûye û heta ku çêre têra sewalên wan bike dê bimînin.    DÊ JI NEÇARÎ BERÊ XWE BIDIN WÊRANÇARÊ    Satan diyar kir ku piştî ew ji Qerejdaxê dakevin dê pezê xwe bibe mala xwe ya li Wêranşarê. Satan dibêje xwedîkirina sewalan a li Qerejdaxê jî gelek bi zehmet bûye. Satan da zanîn ku ji ber baran nabare lewma hişkesalî li herêma wan çêbûye û heke baran nebare dê berê xwe bidin Wêranşarê û ji neçarî pezê xwe bi kayê xwedî bike.     XÊRÛBERA SALÊ KÊM E    Satan destnîşan kir ku hewa, av û axa Qerejdaxê ji bo sewalvaniyê bi xêrûber e û wiha got: “Îsal jî wek sala par salek xerîb e. Em şîr û penêrê xwe difiroşin. Şirketên tên şîr dikirin. Em pir bi erzanî dikirin. Xêrûbera salê kêm e, lewma pez jî şîr jî hindik dide. Mesrefên me dernakevin. Ji ber çêre nîne, pez zeîf dibe.”    KAR Û ZERARA WAN HEV DERNAXE    Satan anî ziman ku ji ber krîza aborî û bihakirina êmê sewalan êdî sewalkarî jî bi zehmet bûye û her çiqas ew şîr û penêr difiroşin jî lê kar û zerara wan hev dernaxe.    MA / Mujdat Can