Kîsek şekir bûye 900 lîre! 2022-04-29 09:20:28 ŞIRNEX - Malbata Herman 50 sal in bi firotina şîrînahiyê debara xwe dike. Malbat dibêje ji ber krîza aborî êdî nema ew karê xwe bikin. Malbatê got par 50 kîlo şekir bi 200 lîreyî bû lê îsal derketiye 900 lîreyî.  Krîza aborî ya li Tirkiyeyê, bihabûn û zemkirina xurekan û butçeya ku ji bo şer tê veqetandin bandoreke neyinî  li ser aboriya xelkê dike. Ji her qadên civakê xelk para xwe ji krîza aborî digire û îktidar jî ji bo çareserkirina krîza aborî tu gavan navêje.    Li taxa Dagkapi ya navçeya Cizîra Şirnexê malbata Herman 50 sal in bi çêkirin û firotina şirinahiyê (datliyê xelek) debara xwe dike. Malbatê jî ji krîza aborî para xwe girt. Ferdên malbatê li ber deriyê mala xwe şîrînahiyê çêdike ji ber bihabûna şekir û rûn êdî li gorî salên berê hindik çêdikin û malbatê diyar kir ku ji ber krîza aborî karê wan kêm bûye.    KÎSEK ŞEKIR BÛYE 900 LÎRE!   Ji malbata Herman, Adnan Herman anî ziman ku zemên ku tên kirin karê bandorek neyînî li ser karê wan dike û got: "Ev 50 sal in em bi vî karî debara xwe dikin. Piştî ku bavê min jiyana xwe ji dest da me ev kar berdewam kir. Em di nava rojê de 300-350 kîlo şîrînahî çêdikin. Gel eleqeyek baş nîşan dide. Heke ku eleqe tunebûya nedihat firotin. Heta ku emrê me têra bike, em dixwazin vî karî bidomînin. Em bi giştî 8 kes çêdikin. 8-9 kes jî dibin sûkê difiroşin. Me di serê Remezanê de 50 kîlo şekir bi 710 lîreyan dikirî, pişt re me bi 765 lîreyî kirî. Pişt re bû 775 lîre. Niha em 50 kîlo şekir bi 900 lîreyî dikirin. Em êdî nikarin kar bikin. Heke wisa berdewam bike em ê dev ji kar berdin. Êdî tu xêra vî karî nema. Berê karê me ne wiha bû. Lê di van 3 mehên dawî de gelek zem kirin. Ev karê ku ev 50 sal in em dikin, niha em hatine wê astê ku dev jê berdin. Bihakirina malzemeyan karê me xelas kir. Par me 50 kîlo şekir bi 200 lîreyî dikirî, niha em 50 kîlo şekir bi 900 lîreyî dikirin. Êdî hûn hesab bikin. Par min kîloyeke şîrînahî bi 18 lîreyî difirot, niha em 35 lîreyî difiroşin. Her tiştek 5 qet biha bûye."    BI ZEHMETIYAN RE RÛBIRÛ NE    Fadil Herman ê ji heman malbatê jî diyar kir ku ew bi salan e li ser vî karî debara xwe dikin û wiha axivî: "Em ji zarokatiya xwe ve ji bavê xwe fêrî vî karî bûn. Heta niha jî em didomînin. Em gelek ked didin û zehmetiyê dikişînin. Ev krîza aborî me dide zorê. Ji bo ku ev karê me xelas nebe qasî ku ji destê me were em ê bidomînin. Lê belê ji ber bihabûna şekir û rûn dibe ku em nikaribin bidomînin. Bihabûna tiştan tesîrek neyînî li ser me dike. Ji ber vê yekê jî em naxwazin ku êdî zem bên kirin.”    'EM ÊDÎ NIKARIN BIKIN'    Kadriye Herman jî bi lêv kir ku li gorî salên berê karê wan qels bûye û wiha got: "Em seat li 7'an dest bi kar dikin û heta bi şev dixebitin. Me berê pir kar dikir. Lê niha em gelek hindik şîrînahiyê çêdikin. Her tiştek çêkirina şîrînahiyê em bi xwe çêdikin. Her kes tê dikire. Lê mixabin zemên ku tên kirin, em jî êdî nikarin vî karî bikin.”   MA / Zeynep Dûrgût