Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin 2022-05-01 09:07:11   WAN - Waniyên ku ji bo danûstendina cejnê diçin sûkê û destvala vedigerin malê gotin: "AKP, cejn jî nehiştine."    Welatiyên ku dixwazin ji bo cejnê danûstendinê bikin, destvala vedigerin malê. Li Wanê welatiyên ku ji bo danûstendina cejnê diçin sûkê nikarin tu tiştî jî bikirin. Welatiyan got: "Ji ber xizaniya ku AKP'ê ew afirandiye em nikarin cejnê jî pîroz bikin."    Abbas Atsak, bi lêv kir ku ji bo danûstendinê çûye sûkê lê ji ber ku her tişt biha ye nikaribûye tiştekî bikire û got: "Ez niah destvala vedigerim malê. Gel ne di etra kesî de ye. Em her êvar bi awayekî perîşan berê xwe didin malê. Êdî em nikarin li nav çavê zarokên xwe jî binerin. Êdî em nikarin lazmatiyên xwe yên sereke jî bikirin. Cejn hatiye, lê em nikarin tu tiştî ji zarokên xwe re bikirin."    FITARÎ: ŞORBE Û NAN   Mahmût Oner jî ku piştî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye kirin ji kar hatiye derxistin got: "Em nikarin tu tiştî bikirin. Ez îro hatim çarşiyê, di berîka min de 10 TL heye. Ez ê nikaribim ji bo cejnê tiştekî jî bikirim. Em êvarî rojiya xwe bi şorbe û nan dişikînin. Ji roja ku AKP bûye desthilat heya niha ev gel feqîr e. Ji ber polîtîkayên aboriyê yên AKP'ê êdî em nikarin cejnê jî pîroz bikin."    JI BO AKP BIÇE...   Husnu Balci jî destnîşan kir ku ji ber krîza aborî tu kes ne kêfxweş e û wiha got: "Ev desthilat mirovan bi birçîbûn û xiznaiyê terbiye dike. Êdî krud divê vê yekê qebûl nekin. Her kes dibêje 'bila AKP biçe', lê kes ji bo vê hereket nake. Eger em nikaribin ji bo cejnê tiştekî ji zarokên xwe re bikirin, nexwe rewş qet nebaş e. Êdî divê dawî li van polîtîkayên zilmê yên desthilatê bên. Ez rojê bi 80 TL'yî dixebitim. Ez nikarin kîloyek çay jî bikirim. Divê tu kes vî tiştî qebûl neke. Û ji destê kê çi tê divê bike."    Zekî Kûşla jî bi lêv kir ku desthilata AKP'ê di nava zewq û sefayê de ye, lê yê barê krîzê li ser pişta wan jî gel e û got: "Erdogan û yên li cem wî fistiqên Şamê, xurmeyên Medîneyê, kestane û hungiv dixwin û gel jî perîşan e. Ji cejnê re hindik ma, lê em nikarin tu tiştî jî bikirin. Jixwe em her roj birçî ne, em rojiyê bigirin jî negirin jî heman tişt e. Sebebê van pirsgirêkan hemû serokkomarê vî welatî Erdogan e. Gel her sal bêtir xizan dibe û em êdî li hember birçîbûnê li ber xwe didin. XWedê qebûl neke û ahê me li cem vê desthilatê nehêle."    'CEJN TUNE YE'   Osman Yûrtlû jî anî ziman ku ji bo ji du zarokên xwe re kincên cejnê bikire hatiye çarşiyê, lê niakribûye bikire û got: "Ez, hevjîna xwe û zarokên xwe ji bo danûstendina cejnê hatin çarşiyê, lê me tenê du perçe kinc kirîn. Jixwe min ji xwe re û hevjîna xwe re tiştek nekirî. Gelek lazmatiyên hevjîna min jî hene, lê ji ber ku her tişt biha ye me nikaribû bikire. Em ê çawa di vî halî de bijîn? Ji bo me cejn mejn tune. Desthilatê aniye asteke wisa ku êdî cejn bûne wekî rojên ji rêzê. Bi saya vê desthilatê cejn jî nemane."