Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin 2022-05-01 12:42:38   STENBOL - Serokên giştî yên DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û TDB’ê li Qada Maltapeyê bang li girseyê kirin û diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkaya şer, krîz, kedxwarî û xizaniyê mezintir bikin û peyama “Em natirsin û dê vê pergalê bi hev re biguherînin” dan.    Li Stenbolê bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekitiya Hekîmên Diransaz (TDB), 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran tê pîrozkirin. Mitînga ku bi dirûşma “Em ê bi hev re bi ser bikevin” tê lidarxistin dest pê kir. Mitîng li Qada Maltepeyê pêk tê. Bi hezaran kedkar û karker û endamên partiyan li nokteyên cuda li hev kom bûn û ber bi qada pîrozbahiyê ve dest bi meşê kirin. Li qada bi deh hezaran karker kom bûn û li ber stranan govendê digerînin.    LI DIJÎ ŞER DERDIKEVIN    Jên li qadê kom bûn pankartên xwe vekirin û peyama raperînê dan. HDK, HDP, DBP, TJA jî bi pankarta û dirûşmên xwe di pîrozbahiyê de cih digirin. DBP’ê pankarta Em bi hev re li dijî şer û xiyanetê têkoşînê mezintir bikin” vekir. Dayikên Aştiyê jî pankarta “Em li dijî şer aştiyê diparêzin” vekirin û di nava meşa ber bi qadê de cih girtin. Bi dehan sazî û dezgehên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî ref bi ref diherikin qada mitîngê.    DAYIKÊN AŞTIYÊ JI ÎMRALIYÊ RE SILAV ŞANDIN Dayikên Aştiyê ku bi laçikên xwe spî balê dikişînin ser xwe dovîzên “Jin naxwazin şer bikin, dem dema jinan e” û dirûşmên li dijî şer berz kirin. Di meşê de dirûşmên “Bimre xiyanet”, “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Aysel Tugluk rûmeta me ye” berz kirin. Karker û kedkar piştî lêgerîna li noqteyên kontrolê, ref bi ref û bi dirûşmên li dijî şer daketin qada pîrozbahiyê. Girseye li ser stranen Banîstaye xelekên govendê gerandin û coşeke mezin li qada mitîngê hebû. Girseya ku stran bi hunermendan re distriya, dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê” berz kirin.   Di mitîngê de piştre Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci, Serokê TMMOB’ê Emîn Koramaz û Seerokê Giştî yê TDB’ê Kadîr Tumay Îmre bi hev re derketin ser dikê û girse silav kirin. ÇERKEZOGLU: EM Ê BI HEV RE BIGUHERÎNIN Di mitîngê de Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu diyar kir ku ev qad, qada kesên ku dibêjin “qad ji zordaran re namîne” ye û wiha got: “Ji bo guherandina vê pergalê em tevek têdikoşin. Em bi hev re hêviyê ava dikin. Em li vê qadê bang dikin û dibêjin ku dê vê pergala bêedalet bi hev re biguherînin. Em ê pêşeroja welatê xwe bi hev re ava bikin. Bijî 1’ê Gulanê, bijî têkoşîna me.” Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî da zanîn ku dê hesaba bêedaletiyê bipirsin û ev tişt anî ziman: “Em ji şer, bêkarî û bêedaletiyê re dibêjin ‘êdî bes e.’ Desthilatdariya AKP’ê hewl dide bi bacên me hem li hundir û hem jî li derve polîtîkaya şer bidomîne da ku emrê xwe dirêj bike. Dixwazin di pirsgirêka kurd de neçareseriyê bidomînin. Em şer naxwazin û dengê xwe yê aştiyê bilind dikin. Em naxwazin êdî ciwanên me di şer de bên kuştin. Em dibêjin êdî ji tecrîda ser girtîgehan re bes e.” KORAMAZ: EM NATIRSÎN Serokê TMMOB’ê Emîn Korkmaz jî daxuyand ku desthilatdarî ji ber têkçûna xwe ditirse û wiha domand: “Lê em natirsîn. Rojên ronî yên vî welatî em ê bi hev re ava bikin. Hêvîdarim kesên îro ev qad û qadên 1’ê Gulanê dagirtin bibin mizgîniya alayên mezin.” Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Forur Fîncanci jî got “bila kesek mereq neke, em natirsîn, îtaet nakin û bi cihekî ve naçin.” Fîncanci diyar kir ku desthilatdarî hewl dide civakê ji hev parçe bike, wan bi tenê bihêle û di şertên koletiyê de bide xebitandin û wiha derbirî: “Em li dijî vê zîhniyetê têdikoşin. Em bi kesên li dijî şer, bêedaletî, zilm û xizaniyê re ne. Em ê aştiyê bînin vî welatî.”  Serokê Giştî yê TDB’ê Kadîr Tumay Îmre jî heke piştevaniya hev bikin dê vê pergala heyî biguherînin û banga aştiyê kir. ‘DÊ TARÎTÎ BIÇE Û EM Ê LI VIR BIMÎNIN’ Piştî axaftinan jî metna hevpar hate xwendin. Metn bi zimanên kurdî, tirkî û erebî hatin xwendin. Di metna hevpar de hat gotin ku pergala heyî li ser jiyan û hemû gerstêrkê gefeke mezin e û ev tişt hatin destnîşankirin: “Santralên nukleerî, termîk û jeotermîk, lêgerînên madenan ên bi siyanûr, xazên jehrî yên li atmosfer û xakê tên belavkirin, krîza ekolojîk her ku diçe girantir dike. Rê li ber pandemiyên nû vedike. Şerên emperyalîst roj bi roj li cîhanê belav dibin û pêtên agir jî karker û kedkaran dişewitîne. Bi milyonan kes ji xaka xwe koçber dibe û bajar tên rûxandin.” GIRTÎGEH VEGUHERÎNE QADÊN ÎŞKENCEXANEYAN Bi domdarî bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev pergal, heq û hiqûqa welatiyan binpê dike û bêedaletiyê mezintir dike. Mafê bijartin û hilbijartinê tê binpêkirin û li şûna bijartiyan qeyûm tên tayînkirin. Parlamenter tên girtin û girtîgeh veguherîne navendên darbest û îşkenceyan. Girtinên komî û hewldanên girtina partiyên siyasî didome. Şovenîzm, zayendperestî, nîjadperestî û mezhebperestî weke rêbazeke birêvebirinê tê bikaranîn û ev jî gefê li pêşeroja gel dixwe. Şer, pariyê nanê me kêm dike, bêkariyê zêde dike û rê li ber talanê vedike. Bi siyaseta înkar û tunekirinê derfeta aştiyê tê tunekirin. Bi neçareserkirina pirsgirêka kurd re dixwazin sûdê ji rageşiya civakî bigirin û desthilatdariya xwe mayînde bikin. Tundiya li ser jinan zêde dibe. Li şûna ku destê jinan bêhtir were xurtkirin, êrişî destkeftiyên jinan ên weke Peymana Stenbolê kirin. Em li dijî polîtîkaya şer û dijminatiyê derdikevin. Ev pergala xerab, pergala me nîne. Em ê dawî li vê pergala kedxwariyê bînin.” Piştî axaftinan koma Kardeş Turkuler derket ser dikê û girse li ser stranan govend gerand. Mitîng, bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.