MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin 2022-05-04 11:58:47 ENQERE - Bankaya Navendî, rapor kir ku ji ber zemên hatine ser genim û êm wê nan, meqarne, arvan, savar, goşt, şîr û hêk jî bên zemkirin.  Bankaya Navendî (MB), xebateke analîzê ya xeternak a bandora enflasyonê ya ser bihayê genim û êm derxist holê holê weşand. MB, rapor kir ku ji ber zemên hatine ser genim û êm di nav 4 meh in pêş de xetere çêbûye ku zem bên ser nan, meqarne, arvan, savar, goştê sor û mîrişkan, hêk û şîr û berhemên şîr jî.