Çalakiya karkerên malan bar dikin didome 2022-05-29 11:21:38   MÊRSÎN - Li Mêrsînê çalakiya destjêberdana kar a karkerên ku malan bar dikin di roja 2'yan de ye.    Li Mêrsînê çalakiya destjêberdana kar a karkerên ku malan bar dikin di roja dudoyan de ye. Karkerên ku di 70 fîrmayan de bê sîgorte dixebitin, duh li rawestgeheke kar a li Taxa Kurdalî ya navçeya Torosê ji ber heqdesta kêm li hev kom bûn. Serokê Komeleya Karkerên Bêsîgorte (GÎŞ-DER) Abdulselam Kûtlû û Ûmût-Senê jî piştgiriya çalakiyê kirin.    Karker dixwazin şîrketa barkirinê hezar û 250 TL bide komeke 5 kesî û ji bo vê protokolê îmze bike. Ji bo qebûlkirina daxwazê heyetek ji GÎŞ-DER'ê hevdîtinê bi rayedarên fîrmayê re dike.