Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne 2022-06-01 12:24:54   AMED - Cotkarên ku li baxçeyên Hewselê çandiniyê dikin, anîn ziman ku ew tov, sotemenî û gubreyê bi deyn dikirin û ev bang li desthilatê kirin: "Bila şer û çekan deyne aliyekê û ji pirskirêkan re çareseriyê bibîne."   Baxçeyên Hevselê ku Lîsteya Mîrateyê Çandê ya Cîhanê ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cî digirin û 8 hezar sal in bênavber li wan çandinî tê kirin. Cotkarên ku li baxçeyên Hewselê yên li navçeya Sûrê ya Amedê ku li seranserê dinyayê tên nasîn çandiniyê dikin jî ji krîza aborî bibandor bûn. Cotkarên diyar kir ku ji ber bihabûna mesrefan hilberandina berheman daketiye. Cotkaran bi bîr xist ku bihayê gubre û mazotê ji sedî 100'ê zêdetir hatine zemkirin û nikarin heqdesta xwe bigirin. Cotkaran, bi lêv kir ku heke ji bo wan alîkarî neyê kirin wê di rojên pêş de krîzeke mezin re rû bi rû bimînin.    'MIN ALÎKARIYA DEWLETÊ NEDÎT'   Cotkar Azîz Sezgîn, diyar kir ku tu salî weke îsal zehmetî nekişandiye û wiha got: "Berê torbê gubreyê 65 lîre bû niha bûye 700-800. Em ê çawa jê qezenc bikin? Dewlet dibêje em alîkarî didin cotkaran lê bi salan e vî karî dikim lê heya niha min tu alîkariya dewletê nedîtiye. Tayyîp Erdogan, dibêje 'Êm xizmetkarê gel in' lê ne tu alîkariya wî, ne edaleta pergala wî heye. Dibêje 'Em ji her tiştî agahdar in' lê ji tu tiştî agahiya wî nîne. Divê gel guhdar bikin."   'DI BERÎKA ME DE PERE NAMÎNE'   Cotkar Mûrat Bîlbay jî anî ziman ku her diçe karê wan ber bi xirabiyê ve diçe û ew nikarin vê rewşê vegûherînin. Bîlbay, destnîşan kir ku ew ewqas ked didin û mesrefê li zeviyên xwe dikin lê bi tu awayî heqdesta xwe ji zeviyan nagirin û wiha axivî: "Gubreya niha torbê wê bûye 700-800 lîre. Ez qet behsa mazotê jî nakim jî. Berê mazot û gubre erzan bû qet nebe hinek pere di berikên me de dima. Lê ji ber bihayê mazot û gubreyê berîkên me vala ne. Zemên ku her roj tên ser berheman herî zêde bandor xizanan dike."    'KARKERÊN COTKARIYÊ BETEMÎNAT DIXEBITIN'   Di berdama axaftina xwe de Bîlbay, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê kedkarên cotkariyê bêteminat dixebitin û xwest ku demildest ji vê rewşê re çareseriyek were dîtin. Bîlbay, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Divê desthilat dest ji şer berde û ji bo pirsgirêkên welat çareseriya yekser bibîne. Welat bi keda cotkaran li ser piyan dimîne û ger ku ji cotkaran re alîkarî neyê kirin wê tevahiya welat bikeve nava krîzê. Min heya îro ji dewletê tu alîkarî negirtiye. Ez niha deyndarê tovfiroş, gubrefiroş û mazotfiroş im û bi hezaran lîre deynê min çêbûye. Min ev kar bi deyn kir lê êdî kes deyn jî nade me. Dema ku gubre neyê bikaranîn berhemeke baş jî nayê; dema ku berhemek baş neyê girtin jî em nikarin debara xwe bikin."