Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê 2022-06-10 10:41:16   MÊRDÎN - Nelirêtiyeke bi 40 milyon lîreyan a qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê berê Mûstafa Yaman hate tespîtkirin. Li gel ewqas nelirêtiyan jî Yaman îro hêjta weke Serperiştê Mûlkiyeyê li ser peywira xwe ye.    Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 17’ê mijdara 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir. Ji wê demê heta niha jî şaredarî di destê qeyûman de ye. Li Şaredariya ku bi nelirêtiyên xwe ji rojevê nakeve, nelirêtiyeke nû hate tespîtkirin. Derheqê nelirêtiyên serdema Waliyê Mêrdînê û qeyûmê dema berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman de gelek lêpirsîn hatibûn destpêkirin û niha li wan lêpirsînan çendekên din hatin zêdekirin. Hinek beşên lêpirsînên heta niha veguherîn dozan û hinek jî hêjta berdewam in.    40 MILYON LÎRE ZÊDE DA NE    Li gorî belgeyên di lêkolîn û lêpirsînên hêjta didomin de hatine bidestxistin, rêveberiya qeyûm milyonan lîre ji bo karên ku nehatine kirin da ne. Di belgeyên ji bo îhaleyên çêkirina rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de derket holê ku rêveberiya qeyûm bi milyonan lîre pere ji bo karên ku nehatine kirin, xerc kirine û weke ku ev kar hatibe kirin nîşan da ye. Di bin navê “Karê Çêkirina Rêyên Taxên Çoltarê yên Muxtelîf ên Mêrdînê” de, ji karê heyî tenê ji sedî 30 hatiye çêkirin lê belê weke ku kar hatibe temamkirin nîşan da ye. Hat tespîtkirin ku di vê çarçoveyê de 20 milyon û 227 hezar û 545 TL pere dane fîrmaya ku ev kar li xwe girtibû.    Her wiha hat tespîtkirin ku nîviya rêya çoltarên Artûklû, Şemrex, Qoser, Rişmil, Nisêbîn û Mîdyadê jî nehatiye çêkirin lê belê weke ku ev kar hatibe temamkirin nîşan da ye û di vê çarçoveyê de 19 milyon û 796 hezar û 757 TL pere zêde hatiye dayîn.    TIŞTEK ÇÊKIRINE LÊ WEKE SÊ TIŞTAN NÎŞAN DANE    Di tespîtên behsa xeberê de deverên 100 mîtroyî weke 56 mîtro, xendekên bi 293 mîtrokup weke 103 mîtrokûp hatiye kolandin nîşan da ne. Li gel ku hatiye destnîşankirin ku 115 hezar mîtrokûp hatiye kolandin lê di rastiyê de tenê 42 hezar mîtrokûp hatiye kolandin. Ji menfeza 780 mîtrokûpan tenê 444 mîtrokûp jê hatiye kolandin. Rêyên ku nîvco mayî weke ku xelas bibin hatine nîşandan û hêj xelas nebûyîn jî pereyê wan hatiye dayîn.    DEST NEDAN YAMAN    Di çarçoveya lêpirsînê de derheqê bi dehan kesan de lêpirsîn hatibûn destpêkirin û ev lêpirsîn hêj berdewam in. Ji ber 36 îhaleyan, derheqê qeyûmê berê Mûstafa Yaman de bi sedema “542 milyon TL ziyan da ye cemaweriyê” lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li gel ku Wezareta Karên Hundir destûra lêpirsînê da ye jî, Yaman hêjta weke “Walî-Serperiştê Milkiyeyê” peywira xwe didomîne û dest nedan wî.    MA / Ahmet Kanbal