Projeya veguherandina bajêr a li Rezanê hat sekinandin 2022-08-31 09:01:22   AMED - Dadgeha Îdareyê, birêvebirina projeya veguherîna bajêr a li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezanê da sekinandin.   Bi hewldana Huseyîn Beyoglû yê AKP'î ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ew wekî şaredar tayinî Şaredariya Rezanê ya Amedê kiribû, di 26'ê Îlona 2020'an de Taxa Kaynartepe ya Rezanê ji aliyê Serokkomartiyê ve wekî "qada xetere" hatibû ragihandin. Piştî vê biryarê, Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê di 22'yê Adara 2021'de taxê wekî "Qada Veguherîna Bajêr" îlan kiribû.     ŞPO'YÊ DOZ VEKIR   Odeya Plansazên Bajêr a Amedê (ŞPO), li dijî projeya veguharandina bajêr serî li dadgehê da. Dadgeha Îdare ya 3'yan a Amedê jî ji bo projeya li taxê ku 54 donim e û 375 bîna lê ne û hezar û 365 xwediyên avahiyan lê dijîn doz vekir. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku ger proje pêk bê dê zirareke mezin ku vegera wê tune ye rû bide.    Dadgeha Îdare ya 3'yan a Amedê jî, diyar kir ku veguherandina bajêr a ku dê li taxê pêk bê tevahiya taxê nahewîne, projeyeke parçekirî ye û lewma ne pêkan e ku bê kontrolkirin bê ka wê qadên binesaziya sosyal û teknîkî bi çi awayî li seranserê qada bixetere bên pêkanîn. Her wiha dadgehê diyar kiriye ku proje têra nifûsa taxê nake û avahiyên ku dê li vê qada ketiye ber veguherandina bajêr bên çêkirin jî li gor pîvanekê nehatine diyarkirin û tiştekî rasthatinî ye.    ‘DIJÎ FÊDEYA CEMAWERIYÊ YE'   Dadgehê rapora pêzaniyê ya hatiye berpêşkirin esas girtiye û gotiye ku ji ber ku qada bi temamî esas nehatiye girtin û ya tê kirin tiştekî parçekirî ye û tevahiya qadê nahewîne, li dijî fêdeya cemaweriyê ye.    Dadgehê diyar kiriye ku projeya tê payin bê çêkirin mafê jiyanê yê li derdoreke bihevseng û bi sihet yê bi destûra bingehîn hatiye parastin binpê dike. Ji ber ku proje wê bibe cihê zirareke giran a vegera wê tune ye, dadgehê biryara rawestandina birêvebirina projeyê daye.