‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê' 2022-09-01 09:00:25   WAN - Hevseroka SES'ê ya Şaxa Wanê Fîgen Çolakoglû diyar kir ku nexweş nikarin ji bo dermankirinê randevûyê bigirin û got, polîtîkayên desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê.   Li nexweşxaneyên Wanê û bajarên herêmê standina randevûyê hema bibêje ne pêkan e. Li bajêr bi taybetî jî beşên wekî jineolojî û welidandin, jînekolojî û dahîliyeyê tune ne. Her çend gelek nexweş şeveqê zû diçin nexweşxaneyê û bi hêviya ku dê bên dermankirin fîşê werdigirin, bêyî ku bên dermankirin vedigerin malê. Gelek nexweş jî bêyî ku fîşê wergirin vedigerin.    Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Şaxa Wanê Fîgen Çolakoglû destnîşan kir ku polîtîkayên tenduristiyê yên desthilatê yên di bin navê "reformê" de bêtenduristiyê hildiberînin.    RANDEVÛ BI DEST NAKEVE   Çolakoglû bibîr xist ku desthilat li gelek bajaran avahiyên mezin çêkirine û wiha got: “Lê rastî ev e, li wan avahiyan kedkarên tenduristiyê yên ku karibin alavên teknîkî bi kar bînin tune ne. Personel kêm in." Çolakoglû diyar kir ku gelek sedemên xwenegihandina tenduristiyê hene û got: “Bijîşk kêm in, li gelek cihan bijîşk tune ne, randevû bi dest nakevin. Gelek mirov bêyî ku bijîşk bibînin vedigerin malê, ji lew re hejmara nexweşan zêde ye û hejmara xebatkarên tenduristiyê ji kêm e."   Çolakoglû bal kişand ser wê yekê ku xwegihandina tenduristiyê veguheriye kaosê û got: “Ev ne kêmasiya xizmetkar û kesên xizmeta wan tê kirin. Berpirsê vê rayedarên bilind in. Desthilat berprisê çareserkirina vê pirsgirêkê ye. Ji lew re ew bûye cihê pirsgirêkê."    ‘XWEGIHANDINA TENDURISTIYÊ NE PÊKAN E'   Çolakoglû anî ziman ku kesên li nexweşxaneyên dewletê nikarin bijîşkan peyde bikin diçin nexweşxaneyên taybet û got: “Xwegihandina tenduristiyê veguheriye kaosê, ne pêkan e. Berê mirovan didin nexweşxaneyên taybet. Di dema vê desthilatê de bi taybetî mirov ber bi nexweşxaneyên taybet ve tên arastekirin."    Çolakoglû destnîşan kir ku krîza aborî bi şewba koronayê re kûrtir bûye û got: “Mirov birçî ne lê tu radibî berê wan didî nexweşxaneyên taybet, ev ne exlaqî ye. Gava welatiyekî nikaribe heqê muayeneyê bide, ev tê wateya ku deriyê tenduristiyê li ser wan kesan hatiye girtin. Ji ber vê yekê welatî dê nikaribin biçin nexweşxaneyê, dê nikaribin muayene bibin û muayene bibin jî dê nikaribin dermanan bistînin. Bi taybetî jî nexweşên kronîk, çendî raporên wan ên dermanan hene jî nikarin dermanan peyda bikin. Ev jî encama krîza aborî ye."   FERZKIRINA DI 5 DEQEYAN DE MUAYENE   Çolakoglû destnîşan kir ku polîtîkayên tenduristiyê yên desthilatê dibin cihê pirsgirêkan û got, ger ev polîtîka berdewam bikin dê pirsgirêkên girantirrû bidin. Çolakoglû got: "Li ber polîklînîkan qelebalixiyek mezin çêdibe. Bijîşk rojê 80-90 kesî muayene dikin. Pergalek meyanekirinê heye ku divê bijîşk di 5 deqeyan de nexweş muayene bike. Lb ev ne mimkûn e, em nikarin di 5 deqeyan de vê yekê bikin."   Çolakoglû ragihand ku 5 nexweşxaneyên li bajêr bi Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê re bûne yek û got: “Divê hundirê van avahiyan bi xebatkarên tenduristiyê û amûrên teknîkê bên dagirtin. Bêtenduristiyeke mezin rû dide. Rewşeke wiha heye ku gel û kedkarên tendyristiyê rûberî hev dike. Wekî ku di vir de tu berprisiyariyeke wezaretê û hikûmetê tune be didin der. Ên sûcdar dibin em û nexweş."