Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran 2022-09-02 21:20:19   AMED - Sendîkaya Genel-Îşê a girêdayî DÎSK’ê li ser rewşa aborî û dayîna mûçeyên kêm daxuyanî da û got: "Ne mûçeya sefealetê, em mûçeyeke ji bo jiyaneke mirovane dixwazin."    Sendîkaya Genel-Îşê a Şaxa Amedê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), bi dirûşmeya "Ne mûçeya sefealetê, em mûçeyeke ji bo jiyaneke mirovane dixwazin"  daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Şêx Seîd a navçeya navendî Sur a Amedê hat dayîn. Dev-Saglik-Îş, Dev-Yapi-Îş, Odeya Endezyarên Makineyê û CHP'a Amedê tevlî daxuyaniyê bûn.   Sendîkayê ji ber muçeyê kêm bertek nîşanî Şaredariya Mezin a Amedê da.   Di çalakiyê de Endamê Desteya Rêvebir a Giştî ya DÎSK’ê Mehmet Salih Dogrûl axivî. Dogrûl dest nîşan kir ku heta niha her tim fatûreya tevahiya krîzên pergala kapîtalîst li karkeran tê birîn û got, ji ber enflasyonê, daxwaza wan a nûkirina peymanên promosyonên bankayan û yên protokolê di gelek kargehên  de encam girtiye û hindik be jî hinekî bêhna karkeran derketiye.    Dogrûl got: “Li herêma me gelek şaredariyên di bin kontrola walî û qeymekaman de ji bo aboriya karkeran hem di aliyê protokolên lêzêdekirî hem jî yên  promosyonên bankeyan de dest bi îmzekirina îhaleyan kirin. Lê mixabin, ji bo karkerên bi kadro û şîrketan ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, encama sendikeyeke nekarbidest rêveberiya şaredariyê xelet berhêlî kir û pêvajo ber bi newijdanî, neehlaqî û nehiqûqiyê ve çû. Ev li bara karkeran û civakê bû sedema bêaramiyê. Karker mehkûmê mûçeyeke sefaletê hatine kirin û wê teklîfa ji sedî 40-50 ya di ser mûçeya kêm a berê hatiye kirin, ne wekî zemên herî dawî ne jî. Hejmara hatiye teklîfkirin di ser meaşê kêm ê berê re ye, lê zema rast li dor ji sedî 16'an e. Her wiha ji ber ku dîroka meriyetê vê mehê ye, ev dê bandorek nebaş li karkeran dike. Ji ber gotinên sendîkeya nekarbidest, me gelek caran berpirsan hişyar kir, lê em qet esas nehatin girtin û ev şaşî tê berdewamkirin û mexdûriyeta karkeran tê paşguhkirin. Em bang li berpirsên şaredariya mezin dikin ku bila dest nede ked û nanê karkeran."    Çalakî bi çepikan û berzkirina dirûşmeya “Di mûçeyê de edalet" dawî bû.