Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê 2022-09-07 15:23:20 AMED - Endamên HABER-SEN’ê ku bi dirûşmeya “Em li dijî sirgûn, bêhiqûqî û neşarezayiyan dimeşin” ji Batmanê ketin rê û gihiştin Amedê.     Baskê meşa ku Sendîkaya Çapemenî Weşan Ragihandin û Kedkarên Postayê (HABER-SEN) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi dirûşmeya “Em li dijî sirgûn, bêhiqûqî û neşarezayiyan dimeşin” ji Êlihê dabû destpêkirin gihişt Amedê. Endamên sendîkayê li pêşiya avahiyê Sergerînendeya PTT’ê ya li navçeya Sûrê daxuyanî dan. Nûnerên girêdayî KESK’ê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêveberên Partiya DEVA’yê tev li daxuyaniyê bûn. Kedkarên ku êlekên li ser “Em ê serbikevin” li xwe kiribûn tim dirûşmên “Serkeftin dê ya kedkarên têkoşer be”, “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Rizgarbûna tenê nîn e, yan em tev an jî kes ji me” hatin berzkirin.    Serokê Giştî yê HABER-SEN’ê Mesût Balcan di daxuyaniyê de bal kişand ser sepanên kêyfî ku her roj zêdetir dibin û ev tişt gotin: “Di sedsala 21’emîn de di saziyeke ku ji sepanên paşverû û bêûsûliyên tim tê rojevê de kes bextewar nîn e.” Balcan anî ziman ku daxwaza wan ew e ku PTT li gor zagon, kanûn û rêziknameyê tevbigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberiya PTT'ê rayeya xwe bi xirabiyê bikar tîne û li madeya 18’emîn a Zagona bi Hejmara 4688’an bi zanebûn û xwestin bin pê dike û xwe ji zagonên ku têkoşîna sendîkayî diparêze, mezintir dibîne.”   SEPANÊN LI DIJÎ ZAGONAN   Balcan anî ziman ku di nava saziyê de newekhevî kûr bûye, aştiya kar xerabûye, sepanên ku tên meşandin ne li gorî Destûra Bingehîn, ne jî li gor zagonên netewî û navneteweyî ne û xwest ku demildest ji van sepan û biryaran dest were berdan.  Balcan got ku ew ê li hemberî hemû neheqî û bêhiqûqiyan tekoşîna xwe bidomînin.    Piştî daxuyaniyê Endamên HABER-SEN’ê ji Amedê ber bi Rihayê ve ketin rê û dê di saet 17.30’an de li Rihayê daxuyanî bidin.