Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir 2022-09-21 20:03:55   AMED -  Platforma Sendîkayên Perwerdehiyê ya Amedê bertek nîşanî Akbankê da, ji ber ku peymana promosyonê ya perwerdekaran nû nake û xwest kar û barên pereyî yên bi Akbankê re bên betalkirin.    Platforma Sendîkayên Perwerdehiyê ya Amedê bi daxwaza ku peymana promosyonê li gor rêjeya enflasyonê bê rojanekirin li ber Midûriyeta Giştî ya Akbankê daxuyanî da. Endam û rêveberên platformê tevlî dauxyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila peymanên promosyonê werin nûkirin û heqê me yê nehatiye dayîn bê dayîn" hat vekirin.   Hevseroka Egîtîm-Sen a Saxa 1’emîn a Amedê Emîne Akşahîn di daxuyaniyê de axivî û got: "Em îro tevî endamên xwe ji ber binpêkirina keda xwe li vir kom bûn. Jixwe desthilatdar keda me bin pê dike, em nahêlin koma sermayedaran dest deyne ser keda me. Piştî daxûyaniyê em dê herin hemû têkiliyên xwe yên li gel Akbankê bibirin. Hetanî daxwazên me neyên bi vî em dest ji çalakiyên xwe bernadin.”   Serokê Egîtîm-Bîr-Sen’ê Remezan Tekdemîr jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê enflasyon pir bilind bûye û ji ber vê her kes ketiye etra debara xwe û got ku ji ber vê divê peymanên promosyonê yên bi bankeyan re bên nûkirin. Tekdemîr bilêv kir ku ew dixwazin Akbank peymana wan a pormosyên nû bike û got: "Heta daxwazên me neyên qebûlkirin em ê her hefte li ber Akbankê çalakiyên xwe bidomînin.