Enflasyona ku ENAG'ê weke 186 aşkere kir li gorî TUÎK'ê ji sedî 83,45 e 2022-10-03 11:07:09   ENQERE - Li gorî ENAG'ê enflasyona salan e ji sedî 186 zêde bûye. Li gorî TUÎK'ê jî enflasyon ji sedî 83,45 e.    Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ragihand ku Endeksa Bihayê Mezêxeran (E-TUFE) di meha îlonê de ji sedî 5,30 , li gorî salê jî ji sedî 186,27 zêde bûye. ENAG'ê aşkere kir ku TUFE ji serê salê û vir ve ji sedî 101,63 zêde bûye.    Li gorî daneyên ENAG'ê, di nava 12 komên mezaxtinê yên hatin nirxandin de, di veguhastinê de bi tenê enflasyona mehane kêm bû. Lêçûna veguhastinê di meha dawî de ji sedî 1,60 kêm bûye. Zêdebûna mehane ya herî bilind bi rêjeya ji sedî 26,05 di kategoriya tenduristiyê de bû. Buhayê xaniyê ji sedî 8,57 zêde bû û kinc û pêlav ji sedî 7,79 zêde bûn.   LI GORÎ TUÎK'Ê JI SEDÎ 83,45   Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK), ku rêjeya enflasyonê ya meha îlonê ragihand, enflasyon bi mehane ji sedî 3,08 û salane jî ji sedî 83,45 zêde bû.