Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn 2022-10-04 10:30:07   MÊRSÎN - Li navçeya Tarsûsê mînîbûsa ku karkerên çandiniyê tê de bûn li TIR’ê da. Di encama qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.    Li navçeya Tarsûs a Mêrsînê mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn li TIR’ê da. Di encama qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Mînîbûsa bi pîleqeya 72 AAD 133 ku karkerên ku ji bo komkirina hinaran bixebitin tê de bûn, li herêma Gulek a rêya Bêjahiya Tarsûs-Edene-Dîlokê (TAG) li TIR’a bi pîleqeya 31 YF 020 ku di heman alî de diçû da. Li ser îxbara welatiyên ku qeza dîtin de tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Tîmên tenduristiyê tespîtkirin ku kesekî di mînîbusê de jiyana xwe ji dest daye û 5 karkerên birîndar bûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê.