KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin 2022-10-08 17:31:25   AMED - Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de devên xwe band kirin û xala 35'an a li KHK'ê hatiye zêdekirin şermezar kirin. KESK'iyan xwest ku xala 35'an bê betalkirin.   Platforma Şaxên Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Şaxa Amedê, ji bo xala 35'an a li Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatiye zêdekirin bê betalkirin vê hefteyê jî li Parqa Xezalê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê li hev kom bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser “Dê KHK biçin em ê bimînin” nivîsandî hat vekirin. Kedkaran di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana kedkaran” berz kirin.   Di çalakiya vê hefteyê de li ser navê platformê Sekreterê Egîtîm-Sen a Hejmara 2'yan a Şaxa Amedê Volkan Tûncer axivî. Tûncer got: “Bi KHK'yên ku di sala 2016’an di dema Rewşa Awarte (OHAL) de hatin derxistin gelek kedkar bi awayekî bêhiqûqî û bêdelil hatin îxraçkirin. Ev 39 hefte ye em li dijî vê bêhiqûqîtiyê dengê xwe bilind dikin. Em kesên ku heya niha xwe li bêdengiyê danîne şermezar dikin. Em vê hefteyê devê xwe bi banda reş digirtin û vê bêdengiyê şermezar dikin."    Piştî axaftinan endamên KESK’ ê devê xwe bi banda reş girtin û 5 deqeyan çalakiya rûniştinaê li dar xistin.