Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin! 2022-10-15 09:02:37   ŞIRNEX- Jinên Hezexî nêrazîbûn nîşanî zêdebûna enflasyonê dan û gotin: "Zarokê me bi şev û bi roj dixebitin û em bi wî pereyê ku ew  tînin tenê tenekeyeke rûn dikirin. Ma ev hal e?"   Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ji ber polîtîkayên şer ê desthilata AKP û MHP'ê aloziya aborî her diçe kûrtir dibe. Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ragihand ku enflasyona salane ji sedî 186 zêde bûye. Li gorî TUÎK'ê jî enflasyon ji sedî 83,45 e. Bi zêdebûna enflasyonê re gel bi zehmetiyeke pir bargiran re rû bi rû ye. Li bazara li Taxa Atakentê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê gel nêrazîbûn nîşanî bihakirina xurek, fêkî û zebzeyan dan.    TENÊ DIKARE RÛN BIKIRE   Ji jinan Azîme Çakil (66) anî ziman ku ew bi salane li  hemberî aloziya aborî têdikoşin û wiha axivî: "Çend sal beriya niha dema ku em bi 50 lîreyî dihatin bazarê me her tişt dikirî. Lê niha em mîlyarekî tînin, tenê 2-3'ê tiştan pê dikirin. Her tişt giran kirine. Kes nikare êdî tiştekî bikire. Tiştek li malê nîn e wê zarok çi bixwin. Zarokê me bi şev û roj dixebitin û em wî pereyî tînin tenê pê tenekeyek rûn dikirin. Kîloya bacanan bûye 15 lîre. Em nikarin kîloyek bacan jî bikirin. Em dixwazin fiyet erzan bibin. Feqîr û jar birçî ne. Bila dawî li van polîtîkayan bînin û êdî aramiyekê bînin welêt."    Nafya Şen (40) bal kişand ser polîtîkayên dewletê û got ku hewledaneke ji bo çareserkirina aloziya aboriyê tune ye û wiha got: "Kesê ku pereyê wî nebe ji wî re pir zehmet e. Em nikarin debara xwe bikin. Em tiştekî dikirin, lê ji bo em tişta duduyan bikirin pere namîne. Her tişt biha bûye. Heger Erdogan bixwaze dikare rihet çêbike. Lê naxwaze çareser bike û çênake. Kesên xizan bindest dikin. Li ser sifreyên me her cure xwarinê kêm bûye. Kesê ku mirîşk dikire, nikare goştê sor bikire. Em di rewşeke gelek nebaş de ne."    'BI HEZAR LÎREYÎ NIKARIN PÊWÎSTIYÊN XWE BIKIRIN'   Bahar Hezer (47) destnîşan kir ku pereyê wan têra tiştekî nake û ev tişt gotin: "Her tişt biha bûye. Em 200-300 lîreyî tînin, lê nikarin 4 kîlo îsot, xiyar û bacanan bikirin. Tu çi qas pere tînî jî tu nikarî lazmatiyên malê bikirî. Em mîlyarek pere tînin nikarin pêwistiyên mala xwe hemûyan bistinin. Em dixwazin ev zilm û zordarî rabe û ev aloziya heyî çareser bibe. Bi 400 lîreyî min 2 kîlo bacan, 2 kîlo xiyar, 4 dest roka kirî û pereyê min xelas bû."    'MA EV HAL E?'   Ji jinan Zeynep Erkan (45) jî bertek nîşanî neçaresarkirina pirsgirêka aboriyê ya welêt da û wiha got: "Em hemû xîzan in û rewşa me nebaş e. Zarokên me diçin dibistanê û em nikarin ji wan re amûrên dibistanê bikirin. Em dixwazin ev aloziya aborî bê çareserkirin. Ez ê yan pereyê amûrên zarokan ê dibistanê bidim û yan jî ez ê ji malê re xurek bikirim. Ez yekî ji wan bikim, ez ê nikaribim a din bikim. Ma ev hal e?"   'PERE TUNE YE   Koçer Ozalp (68) jî bi lêv kir ku ji ber aloziya heyî ew êdî nikarin tiştekî bikirin û got: "Her tişt giran bûye û pere tune ye. Em ê çi bikin? Me beriya niha 300 lîre dianî û me pê her tişt dikirî. Lê niha bi 300 lîreyî tiştek nayê. Goşt giran kirine, zebze giran kirine. Kesek me fêm nake û tiştek jî ji destê me nayê."