Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye 2022-10-17 13:47:21   ENQERE - Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay Qanûna Teklîfê ya Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2023’yan aşkera kir. Oktay diyar kir ku lêçûnên bûdçeyê 4 trîlyon û 470 mîlyar lîre û dahat jî wek 3 trîlyon û 910 mîlyar lîre hatiye hesapkirin.    Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Fûat Oktay Qanûna Teklîfê ya Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2023’yan diyar kir. Oktay, daxuyand ku di teklîfa lêçûnên Qanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2023’an wek 4 trîlyon û 470 mîlyar lîre û dahata bûdçeyê jî wek 3 trîlyon û 810 mîlyar lîre hatiye hesabkirin. Oktay, têkildarî texmîna mezinbûna aboriyê jî ev tişt got: “Aboriya me dê di sala 2023’yan di hilberîn û daxwazkirinê de li gorî hevsengiyekê  pêş bikeve û em li bendê ne ku ji sedî 5 mezin bibe.”   Tê payîn ku rêjeya kêmatiya bûdçeyê ya GYSH'ê ji sedî 3,5 be. Her wiha wisa tê texmînkirin ku rêjeya bêkariyê ya sala 2023'yan jî ji sedî 10,4 be.     BÛDÇEYA ŞER 468,7 MÎLYAR LÎRE   Ji bo lêçûnên civakî ji çavkaniyan 258,4 mîlyar lîre hat veqetandin. Anku ji sedî 5,8'ê bûdçeyê ji lêçûnên civakî re hatiye veqetandin. Ji bo çandiniyê 142,9 mîlyar lîre, ji bo piştgiriya sektora reel 145,4 mîlyar lîre, ji bo parastin û ewlehiyê jî 468,7 mîlyar lîra hat diyarkirin.  Tê payîn ku dê lêçûnên faîzê jî 565,6 mîlyar lîre bibe.