Li quntarên Çiyayê Gabarê dema paleyiya kunciyan 2022-10-19 09:01:07   ŞIRNEX - Li gundê Zêwgê yê li quntara Çiyayê Gabarê dema paleyiya kunciyan dest pê kir.    Bi nêzbûna demsala zivistanê re amadekariyên ji bo zivistanê jî dest pê kirin. Li gundê Zêwgê yê girêdayî bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê ku li quntara Çiyayê Gabarê ye, ji çavkaniyên girîng ên debarê yek jê jî kuncî ne. Kunciyên ku meha biharê hatin çandin, piştî 4 mehan dest bi komkirina wan hat kirin.    Şêniyên herêmê bi rê û rêbazên berê dest bi çinîna kunciyan kirin. Cotkar serê sibê zû berê xwe didin nava zeviyên kunciyan û bi dasan dest bi paleyiya wan dikin û paşê wan didin ber tavê. Kunciyên ku 20 rojan li ber tavê tên sekinandin, paşê bi şivikan tên kutan û herî dawî jî li bêjingê tên xistin. Kunciyên ku ji bo tihînê tên amadekirin ji madeyên nenas tên paqijkirin û şevekê di nav avê de tên hiştin. Pişti kuncî ji nava ava bi xwê de tên derxistin, li aş tên hêrandin.    'KAREKÎ ZEHMET E'   Sultan Uzar (54) ku bi salan e bi kunciyan re mijûl dibe behsa zor û zehmetiyên karê kunciyan kir û wiha axivî: "Em di meha gulanê de kunciyên xwe diçînin. Heta demsala payizê em wan av didin. Piştre em di vê demsalê de kunciyên xwe didirûn. Em piştre dikin kole û dawiyê jî bi bêjingê berba dikin. Dema tihînê jî em kunciyên xwe dikin nava avê. Heta sibehê em wan bi mîrkutan tev didin. Piştre jî em dişon û dikin tihîn û dixwin." Ûzar bilêv kir ku karê kunciyan karekî gelekî zehmet e û wiha got: "Ev 4 roj in em dirûnê dikin. Paşê me ew kirin kole. Em îro jî wan bêjing dikin. Ev 6-7 roj in em bi wan re mijûl in. Em hin kunciyên xwe difiroşin, hinan jê jî dikin tihîn û difiroşin. Herî zêde em jin diwestin. Hemû kar û barê kunciyan û çêkirina tihînê li ser pişta me jina ye. Zilam jî tenê wan av didin."   JIN BI WAN RE MIJÛL DIBIN   Leyla Durak (42) jî bi lêv kir ku jin di çandina kunciyan de xwedî kedeke gelek mezin in û ev tişt anî ziman: "Ez dibînim nabînim em vî karî dikin û zehmetiyê dikêşin. Em jin hem wan didirûn, hem li bêjing dixin, hem jî wan dixin nava avê, spî dikin, ziwa dikin û piştre dîsa bêjing dikin. Em wan diqelînin û piştre jî diavêjin aşî. Jin gelek zehmetiyê dikişînin. Zilam tenê diçînin û av didin. Em ji serê sibehê ve hatine, lê me hê nîvê zeviyê jî xelas nekiriye. Heta dawiya payizê jî berhevkirina kunciyan didome."   'ÎSAL KÊM IN'   Hamîd Durak (42) jî anî ziman ku kuncî jî bandor ji talanakirina xwezayê ya li herêmê girtine û wiha bi dawî kir: "Îsal kuncî nebûn. Ji ber van termîk santralên ku li herêmê hatine çêkirin zirarek mezin gihaşt kunciyan. Par ji sedî 80 bi dest me ketin. Lê îsal ji sedî 10 jî me bi dest nexistiye. Ne xweşik in. Talankirina xwezayê bandor li wan kiriye. Par me ji sedî 50 elb bi dest dixist. Lê îsal 5 elb jî nîn in. Xêr û bêra wê pir ketiye. Zehmetiyên kunciyan pir in. Em li gorî lazmatiyê hiltînin û yê mayî jî difiroşin. Heger baş çêbibin, meriv li ber zehmetiyê wan nakeve. Lê dema çênebin em dixisrin."   MA / Zeynep Dûrgût