Krîza aborî li mehseran jî da 2022-10-25 09:41:51   AMED - Li gunde Zêrukê yê Pasûrê welatiyên ku di payizê de dest bi çêkirina dims, bastêq û beniyan dikin gotin ku krîza aboriyê bandor li mahseran jî kiriye.    Li Kurdistanê bi hatine payizê re dema mahseran dest pê dike. Li herêma Amedê jî bi piranî di meha Îlonê de dest pê dike, lê li deverên çiyayî hinekî derengtir dest pê dike. Yek ji van deveran jî gundê Zêrûkê yê navçeya Pasûrê ya Amedê ye. Li gund jin û mêr bi hev re şeveqê berê xwe didin nava rezan û dest bi berhevkirina tirî dikin. Tiriyên tên berhevkirin li nava rez tên eciqandin. Welatî paşê tiriyê eciqandî dixin meterayn û wan tînin malê û di sîtilan de dikelînin. Piştî kelandineke dûr û dirêj, qismek şîreya tirkî dikin dim, qismek jê jî dikin bastêq û benî.    'SIBEHÊ ZÛ DEST BI KAR DIKIN'   Ji şêniyên gund Ayten Şeker diyar kir ku karê wan hefteyekê an jî deh rojan didome û got: “Em şeveqê radibin. Em diçin nava rez, tirî berhev dikin. Tiriyê ku em berhev dikin em dixin birkê û dieciqînin. Em şîreya wê dixin bîdonan û tînin gund. Em vê şîreyê ji bo dims û pestîlê bi kar tînin. Ji bo pestîlê sibehê zû em şîrê di nava ar de dikelînîn. Em raçav dikin û paşê biryar didin ku çêbûye. Dema çêdibe em diparzinînin. Bi dû re didin ber tavê, ji bo hişk bibe. Paşê jî em bi ava germ ji hev du vediqetînin."    ‘WEKÎ BERÊ NÎNE’   Ramazan Şeker jî bal kişand ser rewşa hewayê û bandora wê ya li ser rezan û wiha got: “Ji ber ku îsal zêde germahî hebû tirî mezin nebû û tirî şewitî. Her diçe germahî zêde dibe. Payîz, ne wekî berê ne. Di dema xwe de nayê, yanî dereng tê. Ev jî bandorê li tirî dike. Berê tê bira min, 2-3 daran qazanek dadigirt. Lê îsal wisa nîn e."   ÇÊKIRINA BASTÊQÊ   Şeker behsa çêkirina bastêqê jî kir: “Em bi keran diçin nava rezan. Li vir tirî kom dikin û li vir diguvêşin û dixin bîdonan û tînin gund. Bi saetan li ser agirî dikelînin. Pişt re ar dixin nava şîreyê û cardin dikelînin. Her cara tu tiştekî tevlê dikî, divê tu cardin bikelînî. Lewma ev kar bi kesekî tenê nabe."    BIHABÛN   Bahrî Şeker ku 35 sal berê koçî Amedê kiriye, piştî nikaribûye li bajêr debara xwe bike cardin vegeriyaye gund. Şeker wiha got: “Beriya çend sala kîloya îsotê bi 2 TL'yan bû, îsal bûye 20 TL. Firengî wisa biha bûne. Kiriya xanî ji 2 hezar TL'yî çûyê 4-5 hezar TL'yan. Kiriya herî erzan 3 hezar TL’ye. Li her derî koçber hene û êdî ji me re cih nemayê. Em jî hatin gundê xwe. Em axa xwe diçînin û jiyana xwe berdewam dikîn. Par ji bo beniyan me gûz bi 30 lîreyan dikirî, lê îsal bûye 170 TL. Ji ber ku rezê me heye em şîreyê nakirin. Lê yê ku rezê wan tune ye, ger rabe beniyan çêbike divê şîreyê jî bikire. Lîtreya şîreyê 10 TL ye. Ger qazanek baş bê çêkirin, divê 110 lître şîre hebe. Mesrefa beniyan dibe 30 lîre."   Şeker destnîşan kir ku ji ber bihabûnê êdî nikarin tiştekî bikirin.