Wezareta Dadê ku bûdçeya wê hat zêdekirin dixwaze 20 girtîgehên nû veke 2022-10-26 10:31:43   ENQERE - Wezareta dadê ku tê payîn li bûdçeya wê 22 milyar û 564 milyon lîre zêde bibe, plana çêkirina 20 girtîgehên din dike. Her wiha wezaretê ji bo lêçûnên danasîna girtîgehan jî 134 hezar lîre veqetand.    Hevdîtinên Teklîfa Qanûna Bûdçeyê ya Rêveberiya Navendî ya 2023’yan ku bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan tê pêşkeşkirin, îro dest pê dikin. Bûdçeya wezareta dadê di sala 2021’an de 28 milyar û 251 milyon û 566 hezar lîre, di dawiya meha hezîrana sala 2022’yan de 53 milyar û 38 milyon û 680 hezar û 893 lîre û ji bo sala 2023’yan jî weke 75 milyar û 603 milyon û 176 hezar lîre hat plankirin. Di nava bûdçeya 2023’yan de ji bo “transferên ji bo saziyên ne li pey kar” milyarek û 651 milyon û 777 hezar lîre û ji bo “lêçûnên nûnertî û danasînê” jî 3 milyon û 33 hezar lîre hatin veqetandin.    Di teklîfa bûdçeyê ya ku wezareta dadê hûrgiliyên wê di çarçoveya Bernameya Demekî Navîn diyar kiriye de, plan kiriye ku Saziya Tipa Edlî (ATK) ya ku (ku ji ber biryarên xwe yên derheqê girtiyên nexweş de her tim bûye mijara nîqaşê) di sala 2022’yan de 725 hezar rapor biencam kirine, di sala 2023’yan 800 hezar raporan biencam bike.    JI BO DANASÎNA GIRTÎGEHAN 134 HEZAR TL   Ji vê bûdçeyê 90 milyon û 64 hezar lîre bo Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan hatiye veqetandin û ji vê parê jî 134 hezar lîre bo lêçûnên “nûnertî û danasînê” û 921 hezar lîre jî ji bo kirîna alavên mezaxeriyê hat veqetandin. Wezaret plan dike ku bo ATK’ê qamyonek, 31 mînîbûsên ku 17 rêwî lê siwar dibin, 5 qamyonet, 40 otobûsên ku 20 kes lê siwar dibin, 31 otomobîl û 28 panelan bikire.   JI BO HER 10 HEZAR KESAN DOZGEREK Û DU DADGER    Di rapora wezaretê ya ji bo teklîfa bûdçeyê de di sala 2022’yan de ji bo serê her 100 hezar kesan 20 dadger diketin û ev hejmar di sala 2023’yan de ji sedî 0,5 zêdetir bû. Her wiha di sala 2022’yan de serê her 100 hezar kesan 10 dozger kes diketin û di sala 2023’yan de ev hejmar ji sedî 10,5 zêdetir bû. Bi vê planê re ji serê her 10 hezar kesan dozger û du dadger dikevin. Di sala 2021’an de hezar û 372 dadger/dozger, di sala 2022’yan de hezar û 500 dadger/dozger û ji bo sala 2023’yan jî hat plankirin ku hezar û 500 dadger/dozger bên tayînkirin.    PLANA 2023’YAN: 20 GIRTÎGEHÊN NÛ   Wezareta dadê ji bo sala 2022’yan plan kiribû ku 18 girtîgeh bên vekirin û di plana sala 2023’yan de jî bi inyete ku 20 girtîgehên nû veke. Hejmara dosyayên ku li gorî pergala tevdîra kontrola edlî didomin, di sala 2022’yan de 600 hezar bû û tê plankirin ku di sala 2023’yan de jî heman hejmar be. Di sala 2022’yan de hat ragihandin ku 500 hezar kes bi rêya kontrola edlî tên şopandin, di heman çarçoveyê de 13 hezar û 500 zarok bi rêya tevdîra kontrola edlî di bin çavdêriya dewletê de ne. Ji bo sala 2023’yan jî tê armanckirin ku 500 hezar kesên gihiştî û 13 hezar û 500 zarok bi rêya tevdîra kontrola edlî bên şopandin. Her wiha di sala 2021’an de teqîbata 2 hezar û 547 kesan bi rêya pergala şopandina elektronîk hat kirin, ev hejmar di sala 2022’yan de derket 9 hezaran û ji bo sala 2023’yan jî 9 hezar kes tê armanckirin.    DI DANASÎNA NÛNERTIYÊ DE JI SEDÎ 102 ZÊDE BÛ   Girtîgeh û Saziyên Wargehên Kar ên Girtîgehan, di teklîfa bûdçeyê de rêgezên xebatê yên bûdçeya taybet a rêveberiya cemaweriyê hatin diyarkirin. Wezaretê, di vê çarçoveyê de 6 milyar û 962 milyon û 535 hezar lîre ji bûdçeya sala 2023’yan veqetand. Ji vê bûdçeyê jî 197 milyon û 511 hezar lîre ji bo lêçûnên xebatkaran, 21 milyon û 513 hezar lîre ji bo lêçûnên SGK’ê, 4 milyar û 780 milyon û 752 hezar lîre jî ji bo lêçûnên kirîna mal û xizmetê hat veqetandin. Ji bo “lêçûnên nûnertî û danasînê” ya vê saziyê di sala 2022’yan de 698 hezar û 894 lîre hatibûn xerckirin û ji bo sala 2023’yan jî ev hejmar weke milyonek û 416 hezar lîre hat hesabkirin. Bi vê yekê re lêçûnên nûnertî û danasînê ji sedî 102 zêdetir bû.    Ji bo vê saziyê jî tê payîn ku di sala 2023’yan de 9 kamyonet, 4 mînîbûs, 10 otobûs û 14 kamyonet bên kirîn.    PARA PERWERDEYÊ KÊM BÛ YA XEBATÊ ZÊDE BÛ   Di sala 2021’an de hejmara perwerdeya têkildarî girtiyan 149 bû û ev hejmar di sala 2022’yan de bû 50 û ji bo sala 2023’yan jî weke 50 hat destnîşankirin. Ji bo girtiyên jin ev hejmar weke 5 hat diyarkirin. Di sala 2021’an de perwerde dabûn hezar û 344 girtiyan, di sala 2022’yan de dan 250’an û tê payîn ku di sala 2023’yan de bidin 250 girtiyan. Hejmara girtiyên tên xebitandin jî weke 55 hezar hat destnîşankirin. Ji bo sala 2023’yan jî weke 55 hezar û 500 kes hat diyarkirin.    MA / Berîvan Altan