Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin 2022-11-02 15:12:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarên perwerdeyê ku li dijî Qanûna Pîşeya Mamostetiyê û pirsgirêkên din îro dev ji kar berdan, diyar kirin ku wezaret gavên şênber naavêje û xwestin ku daxwazên wan bên qebûlkirin.    Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) jî di nav de bi giştî 14 sendîkayan bi mebesta betalkirina Qanûna Pîşeya Mamostetiyê (OMK) li gelek bajaran çalakiya berdana kar li dar xistin. Di vê çarçoveyê de kedkarên perwerdeyê li Enqereyê li Qada Ulusê hatin ba hev û xwestin ku ezmûna Derenskeyên Kariyerê ku dê di 19’ê mijdarê de bê kirin were betalkirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Mehmet Ruştu Tiryakî, parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP), Hevserokên Giştî yên KESK’ê û gelek nûnerên saziyan jî piştgirî dan çalakiyê.    Di çalakiyê de pankarta “Me ji bo rûmeta pîşeya xwe û pêşeroja xwendekaran dev ji kar berda” hatibû vekirin û beşdaran dirûşm berz kirin.    Di çalakiyê de Serokê Şaxa Hejmar 3 a Egîtîm Sen a Enqereyê Cemal Erdogan li ser navê girseyê daxuyanî xwend û daxwazên ji bo çareserkirina pirsgirêkên mamosteyan wiha rêz kir:    “* Divê ezmûna kariyerê ku dê di 19’ê mijdarê de bê kirin di zûtirin demê de bê betalkirin.    * Hewceye dirava amadekariyê ya ji bo sala perwerde û hîndekariyê bêyî ku ferq û cudahiyê bêxin navbera xebatkarên perwerdeyê, li tevekan jî bi qasî mûçeyekî bê dayîn.    * Divê sererastkirinek bê kirin da ku mûçeyê hemû xebatkarên perwerdeyê li ser sînorê xizantiyê bê dayîn.    * Divê di cemaweriyê de dawî li sepana mulakatê bê anîn.    * Di çarçoveya rêgeza dewleta sosyal de, bêyî ku ferq û cudahiyê bêxin navberê divê alîkariya veguhestin, hewandin, xweyîbûn, sotemenî, kirê û hwd. bê kirin.    * Divê dawî li bêedaletiya bacê bê anîn.    * Hewceye mafên bingehîn ên perwerde, hewandin û xweyîkirinê yên hemû xwendekaran bên mîsogerkirin.”   Di çarçoveya biryarê de li bajarên weke Şirnex, Wan, Colemêrg, Amed, Dêrsim, Edene, Mêrsîn, Antalya, Hatay, Îzmîr, Riha, Dîlok, Meletî, Semsûr, Êlih û Mêrdînê jî kedkarên perwerdeyê dev ji kar berdan û çalakî lidarxistin.